Cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê El-Umer veşartin

Cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê Îd El-Umer bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê Îd El-Umer ê ku li ser erka xwe şehîd bibû, ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat, ber bi Goristana şehîdan ve ketin rê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî û amadebûna gel destpê kir.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Necim El-Nicûm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku bi şehîd ên yekem û yên dawî ne ku di azadiya gelan de xwedî rol in û bi xwedîderketina li şehîdan û şopandina xeta wan wê herêmê ji dagirker û çeteyên wê rizgar bibin.

Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El-Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Piştî axaftin û wecîbeyên olî cenazeyê şehîd bi dirûşman veşartin.