Cenazeyê sê şervanên QSD’ê bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên bajarokê El-Kerama a Reqayê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê ku li gundê Cidêda Xabûr bi xedrê hatibûn şehîd kirin, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarokê El-Kerama cenazeyê şervanên QSD'ê Salih El-Deham (Salih), Muzhir El-Ebid (Yasîn) û Hesen Dirkal ( Dirkal) ji Saziya Malbatên Şehîdan a El-Keramê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdat ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî, li ser navê Meclisa Sivîl a Reqayê hevserokê meclîsê Mişleb El-Derwîş û bi navê QSD`ê fermendar Ebû Azar axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan ji bo avakirina Sûriyêyek pir rengî û ne navendî dan.

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.