Cenazeyê endamê Ewlekariya Hundirîn li Şehbayê veşartin

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Ehmed ê li herêma Şehbayê şehîd bûbû, bi merasîmekê veşartin.

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Mihemed El-Ehmed ji Nexweşxanaya Avrîn a navçeya Fafînê wergirt û ber bi goristana şehîdan a li navçeya Ehresê ve ketin rê. Mihemed El-Ehmed dema erka xwe ji bo parastina sivîlan pêk dianî, şehîd bûbû.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Mihemed Receb axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mihemed Receb got rewş roj bi roj hesastir dibe lê berxwedan didome û wê heta pêkanîna armancên xwe û bidestxistina serkeftinê berxwedana xwe dewam bikin.

Mihemed Receb wiha anî ziman: "Bi saya fedakariya şehîdan cîhan behsa doza me dike."

Nasnameya şehîd ji aliyê endama KPC`ê Zeyneb Ebdo ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşman de hate veşartin..