‘Bi ruhê berxwedana gelê Efrînê em ê dagirkirinê têk bibin‘

PYD`ê bi dirûşmeya "Bi ruhê berxwedana gelê Efrînê em ê dagirkeriyê têk bibin" meşek li bajarê Qamişlo li dar xist. Bi hezeran koçberên Efrînê û şêniyên Qamişlo beşdarî meşê bûn.

Li Qamişlo bi boneya 4’emîn salvgera dagirkirina Efrînê bi beşdariya hezeran şêniyan meşek girseyî hate lidarxist. Kurd, Ereb û Suryan, her wiha koçberên Efrînê ku li bajar dijîn li taxa Kornîş kom bû û ji bo şermezarkirina dagirkirin û sûcên li dijî Efrînê meşiyan. Di meşê de şaxên zeytûnan, ala PYD`ê, Kongra Star, wêneyên şehîdên berxwedana Efrînê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa şermezakririna dagirkirin, talankirin, guhertina demografî û etnîk li Efrînê hatin hildan.

Meş ji kolana Şehîd Rênas a taxa Kornîş dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin "hatin berzkirin. Meş li pêşiya avahiya Komseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê PYD`ê Feyrûşah Remedan axivî û şehîdên berxwedana Efrînê, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û berxwedana gelê Efrînê silav kir.

Remedan anî ziman ku berxwedana Efrînê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî bû û wiha got: “Dewleteke weke dewleta Tirk ji xurtirîn dewletan e û çekên pêşketî li gel wê heye piştî 58 rojan derbasî Efrînê bû. Divê em bi ruhê berxwedana Efrînê destkeftî û hebûna xwe biparêzin û têkoşîn û hevgirtina xwe di hemû astan de bilind bikin heta ku em Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî  rizgar bikin."

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkirinê û silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê bidawî bû.