Bi merasîmekê şehîd Silêman Hemo spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Silêman Şêxo, li Girostana Şehîd Dicle ya Kobanê bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê ya herêma Firatê Silêman Hemo yê ku li bendava Tişrînê dema erka xwe bi cih danî şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşînê azadiyê destpê kir. Rêveberê Hêzên Asayîşa Herêma Firatê Kawa Hiso û Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û rola şehîdan di parastina destkeftiyên herêmî ji gefên derve de hate destnîşankirin. Her wiha banga xwedîderketina li şehîdan û parastina destkeftiyên wan hate kirin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi diruşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.