Bi dagirkeriya Efrînê de xwestin Fermana 74’an pêk bînin

Êzîdiyên Efrînî gotin dagirkeriya li Efrînê berdewama komkujiya beriya bi çar salan a Şengalê ye û xwestin ku berpirsê dagirkeriyê Erdogan were darizanndin.

Di ser komkujiya Şengalê re ku 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Êzîdiyan kirin çar sal derbas bûn. Serokê Komîteya Karê Derve ya Efrînê Silêman Cafer got îro ji bo gelê Kurd di dîrokê de rojeke reş e, ji ber ku rûreşî ye k udi komkujiya Şengalê de hin Kurdan jî cih girtiye.

Cafer got, ‘’Ji dîrokê ve li ser Kurdan gelek komkujî kirin. Lê ev komkujî cuda ye. Em ê ti caran wê rojê ji bîr nekin. Ji ber ku di  vê komkujiyê de mixabin hin Kurd jî hebûn’’. Cafer got 2014’an, 1’ê Hezîranê li Ammanê civînek hatiye kirin. Nûnerên DYA, Katar, Siûd û DAÎŞ’ê li vir hazir bûne û domand, ‘’Di vê civînê de nûnerên Kurd jî hebûn. Di vê civînê de plan hate danîn ku bikevin Şengalê. Dema ku ketin Şengalê nêzî 12 hezar pêşmerge bêyî ku yek guleyê biteqînin Şengal berdan û çûn. Planek hebû. Bi vê planê dixwestin ku Êzîdiyan qir bikin û her wiha hemû Kurdistanê tine bikin.’’

Cafer bi domarî got bi koridora ku YPG-YPJ’ê vekirî Êzîdî ji komkujiyeke mezin hatine xilasakirin û domand, ‘’Dema ku êrîşên li ser Efrînê dest pê kirî, çeteyan got, ‘’Tişta ku me li Şengalê nekarî ku bikin, em ê li ser Êzîdiyên li Efrînê pêk bînin.’’ Dema ku Efrîn dagir kirin, goristan, cihên dîrokî yên Êzîdiyan tine kirin. Gundên wan şewitandin. Niha jî li Efrînê Êzidiyan bi zorê dibine mizgeftan û hewl didin ku wan biki Misilman.’’

DÎNÊ ÊZÎDIYAN BINGEHÊ NIRXÊN KURDAN E

Eyşe Cefo ya ji Yekîtiya Jinên Êzîdî got ti caran wê nikarin çanda Êzîdî û Kurditiyê winda bikin, got Êzîdî ti caran dev ji baweriya xwe naqerin û domand, ‘’Ji ber ku tinebûna Êzîdiyan tinebûna bi temamî ya hemû Kurdan e. Bi sed hezaran jinên Êzîdî li bazaran hatin firotin. Em ê ti caran vê ji bîr nekin. Ev ê tim bi me re bibe birîn. Em ê her cara li gelê xwe xwedî derkevin.’’

Ev gel bi berxwedana bi sedan salan hate îro. 73 Ferman bi ser de anîn lê nehate tinekirin. Divê her kes vê bizanibe, dînê Êzîdiyan koka Kurdan pêk tîne û ti kesek wê nikaribe vê ji holê rake. Êzîdîtî bingehê nirxên Kurdan e. Bi Kurdîtiyê re xwedî têkiliyên kûr e. Kesî qêrîna Êzîdiyan nebihîst. Tenê YPG, YPJ û HPG li vê qerînê xwedî derketin. Em ê ti caran vê ji bîr nekin.’’

MAMOSTEYÊ DAÎŞ’Ê ERDOGAN E

Endamê Yekîtiya Êzîdiyan Ebdulxelo Hemo got dagirkeriya Efrînê Fermana 74’an e û domand, ‘’Beriya bi 4 salan di şexsê DAÎŞ’ê de li Şengalê Êzîdî bi qirkirinê rûbirû bûn. Bajar û gundê me hatin şewitandin. Bi seden jinên Êzîdî hatin firotin. Lê ji komkjiyên dî cudatir li Şengalê berxwedanek çêbû. DAÎŞ li bara berxwedana Şengalê şikest. Vê carê berê xwe dane Efrînê. Efrîn dagir kirin. Dagirkeriya Efrînê mirov dikare mîna komkujiya 74’an a ser Êzîdiyan bibîne. Dinya pê dizane Erdogan mamosteyê DAÎŞ’ê ye. Malên me talan kirin, gundên me şewitandin, keçên me revandin û em neçar man her tiştê xwe bihêlin û derkevin. Niha em li kampa Serdem a Şehbayê ne. Em dixwazin Erdoganê ku em dagir kirin û komkujî kirî were darizandin.’’