'Bi azadiya Ocalan re wê jiyana bi hev re ya aştiyane bê herêmê'

Nivîskar, rewşenbîr û çavdêrê siyasî yê Kerkûkî Letîf Fatih Ferec dibêje: "Yên ku niha Ocalan tecrîd kirine, xwe jî di asta cîhanî de tecrîd kirine."

Dewleta Tirk di Tîrmeha sala 2011’an de deriyê Îmraliyê li ser parêzeran daxist û li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan tecrîdeke girankirî da destpêkirin. Ev pêkanîna dewleta Tirk a dagirker bû sedem ku gelê Kurd hê zêdetir aciz bibe. Niha jî bi rengekî hê girantir tecrîdê ferz dike û ev yek bûye sedem ku çareseriya doza Kurd û pêkhateyên herêmê aloztir bibe. Beriya niha Koma Civakên Kurdistan (KCK) li seranserê cîhanê, Kurdistan û Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêngavek da destpêkirin.

'AZADIYA OCALAN WÊ AŞTIYÊ VEGERÎNE LI NAVA MALA KURD Û TIRK'

Der barê pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê ku niha li seranserê cîhanê bi rêve diçe, nivîskar, rewşenbîr û çavdêrê siyasî yê bajarê Kerkûkê Letîf Fatih Ferec ji ANF’ê re axivî. Ferec qala bandora azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ji bo pêkhatina aştî û bi hevrejiyana hemû pêkhateyên herêmê kir û wiha pê de çû: "Zindanîkirina Ocalan tê wê watê ku hemû pêkhateyên herêmê di zindanê de ne. Ji ber ku niha aştî nîne û ti hizr û gotinek cuda nîne; vekirina deriyê Îmraliyê û azadkirina Apo wê aştiyê vegerîne nav mala Kurd û Tirk. Her wiha bi azadkirina Ocalan wê hevrejiyana aştiyane û hevqebûlkirin vegere herêmê."

'TIRKAN FÊHM KIRINE KU BI MAYÎNA OCALAN A LI GIRTÎGEHÊ AŞTÎ PÊK NAYÊ'

Ferec her wiha bal kişand ser bandora pêngava KCK'ê ya li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û herêmê û got: "Nabe ku Ocalan li girtîgehê be û qala aştî û bi hevrejiyana pêkhateyan bê kirin. Lewre azadkirina Ocalan, azadkirina bi hevrejiyan, aştî û demokrasiyê ye. Ragihandina pêngava 'Ji Ocalan re Azadî' ku li seranserê cîhanê hatiye ragihandin hewldaneke girînge. Niha Tirkan jî ew rastî fêmkirine ku bi mayîna Ocalan li girtîgehê ti aştiyek pêk nayê. Bi taybetî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ku Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û herêmê xwedî gotina yekemîn e."

'HEYA KU OCALAN LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE VÊ AŞTÎ PÊK NEYÊ'

Letîf Fatih Ferec işaret bi hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qutkirina Ocalan ji gelê Kurd kir û wiha domand: "Dewleta Tirk beriya niha jî hewl da ku PKK'ê ji gelê Kurd qut bike ku serketî nebû. Piştre hewl dan ku Ocalan ji gelê Kurd qut bikin, di vê de jî serketî nebû. Ji xwe niha dewleta Tirk gihîştine wê qenaetê ku nikarin Apo û PKK'ê ji gelê Kurd qut bikin. Ji ber vê pêwîste hewldana azadkirina Ocalan bikeve nava hemû navçeyên Tirkiyeyê da ku Tirk jî bigihîjin wê qenaetê ku heya Ocalan li girtîgehê bimîne vê aştî pêk neyê."

'HEYA KU APO TECRÎDKIRÎ BE SIYASETA TIRKIYEYÊ WÊ TECRÎDKIRÎ BE'

Ferec di dawiya axaftina xwe de behsa domkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kir û ragihand: "Tecrîdkirina Ocalan tê wateya tecrîdkirina Erdogan, siyaseta Tirkiyeyê û guhertina li Tirkiyeyê. Yên ku niha Ocalan tecrîd kirine, xwe jî di asta cîhanî de tecrîd kirine. Ji ber vê jî heya ku Apo tecrîdkirî be hemû siyaseta Tirkiyê jî tecrîd kiriye."