Besê Erzîncan: Li dijî dewleta bi serweriya mêr, em bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Ya ku jinan, gelên me azad bike xweparastin e, xwerêveberî ye. Li dijî dewleta mêr a serwer, em bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bersiv da pirsên ANF'ê.

Besê Erzîncan anî ziman ku 25'ê Mijdarê bi taybetî li dijî komkujiyên dewletan ên li dijî jinan weke rojeke têkoşînê hatiye ragihandin û got, "Ji xwe çavkaniya bingehîn a tundiya mêr a li nava jiyana civakî, dewlet û desthilatdarî ye."

Erzîncan jinên ku bi tundiya dewlet mêr jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Li dijî desthilatdarî û dewleta mêtinger em ê berxwedana xwe dewam bikin. Li ser vê bingehê em soza xwe dubare dikin ku ji bo jiyaneke bedew, baş û rast têkoşîna azadiya jinê mezin bikin."

Besê Erzîncan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê tecrîdkirî ye û destnîşan kir, ku yek ji sedemên bingehîn ên vê tecrîdê jî xeta azadiya jinê ya radîkal e ku Ocalan afirandiye.

Besê Erzîncan ragihand ku jinên Kurd bûne pêşenga têkoşîna mirovahiyê ya jinên cîhanê û got, "Jinên Kurd xwedî danhevî û tecrûbeyeke mezin a têkoşîn û berxwedanê ne. Bi vî rengî rê nîşanî mirovahiyê didin û bi rola pêşengiyê radibin.

Bala xwe bidinê; jinên Kurd ji aliyê dîrokî ve timî li ber zilm, zext, mêtingerî û koletiyê rabûne û pêşengî ji serhildanê re kirine. Lewma weke jinên Kurd hem ji bo azadiya welatê xwe, hem jî bidestxistina mafê azadiyê yê jinê, em têkoşîneke mezin a xweparastinê dimeşînin. Em xwedî artêşbûna jinê ya herî profesyonel, herî mezin a dîroka mirovahiyê ne.

Encama bingehîn a ku me careke din ji dîroka gelê me, gelan û jinan wergirtî ew e ku mafê xweparastinê yekane rêya afirandina jiyaneke bi rûmet e. Xweparastin ji bo jinan, ji bo gelan mafekî pîroz e. Divê em mafê xwe yê xweparastinê bi hemû hêza xwe bi pêş ve bibin. Ji bo tundiya li dijî jinê bi temamî ji holê bê rakirin, divê projeyên xweparastinê yên berfireh bêne kirin. Ev yek jî bi şoreşa jinê pêk tê."

Besê Erzîncan bi dewamî anî ziman ku dewleta Tirk êrîşên herî berfireh li dijî gel û jinên Kurd dike û got, "Bi heman rengî dewleta Îranê jî êrîşî gelên Îranê û Kurdên li Rojhilat dike. Em dixwazin sedsala 21'ê bikin sedsala jinê, bikin sedsala azadiya gelan. Li hemberî vê yekê jî sîstemên netewe dewlet ji bo mayindekirina sîstema xwe ya dewletê ya riziyayî û dejenerebûyî stratejî û taktîkan diafirînin."

Erzîncan ragihand ku dewletan xwe li ser zayendîperestî, neteweperestî, olperestiyê ava kirine û wiha dewam kir, "Dema ku mirov ji vî alî ve têkoşîna me ya azadiya gelê Kurd û jinê dinirxîne, dibîne ku di pêvajoyeke gelekî krîtîk de ne. Yekemcar di dîroka Kurdistanê de li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jinê gelê me di nava berxwedanê de ye. Berxwedana gerîlayên YJA Starê li Zap û Avaşînê, şoreşa me ya jinê ya li Rojava ku bi pêşengiya YPJ û KONGRA STAR tê meşandin, serhildanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, nîşaneya şênber a vê yekê ye."

Besê Erzîncan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 19'ê Mijdarê de destpê kir û got, "Êrîş li dijî Kurdan, jinan, destketiyên azadiyê yên gelan hemûyan e. Emerîka û Rûsya ku êrîşên dewleta Tirk erê kirin, bi rengekî neyekser di nava vê êrîşê de ne.

Pêkhatina vê êrîşê di sala 45'an a damezrandina PKK'ê de netesadûf e. Dixwazin ku alternatîf û rêya azadiyê ya bingehîn a gelê Kurd, jinan û gelên Rojhilata Navîn bi temamî tune bikin. Di serî de êrîşên dewletên Tirk û Îranê, li dijî êrîşên sîstema kapîtalîst modernîst, divê em bi hêza xwe, bi rêxistiniya xwe; di serî de jin hemû gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermen, Tirkmen, Çerkes, Azerî, Belûcî, Fars û bawerî û gelên bindest ên li Rojhilata Navîn bi rengekî fedaî li ber xwe bidin. Bi berxwedana xwe ya vê demê jinan, gelê Kurd û gelan eykemcar derfet bi dest xistine ku rûpeleke nû ya azadiyê biafirînin.

Lewma ji aliyê tevgera me ya azadiyê ve em di pêvajoyeke gelekî awarte de ne. Di şexsê tevgera me ya azadiya jinê û gelê Kurd de dixwazin pêşî li tevgerên azadiyê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê bigirin, dixwazin pêşî li afirandina sîstemeke azadîparêz a alternatîf bigirin û di heman demê de temenê sîstema modernîst kapîtalîst dirêj bikin."

Besê Erzîncan diyar kir ku jin bi berxwedan û sekna xwe berxwedanê bi rê ve dibin, mezin dikin û got, "Jinên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê divê piştgiriyê bidin şoreşa jinê ya li Rojava û serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê. Di şexsê jinên Kurd de êrîş li dijî azadiya jinan hemûyan tê kirin."

Di dawiya axaftina xwe de Besê Erzîncan got, "Dem dema azadiya jinan û gelan e. Em tevlî artêşbûna jinê û rêxistiniyên jinan bibin. Ya ku jinan û gelên me azad bike xweparastin e. Xwerêxistinkirin e. Divê jin rêxistiniya xwe ya xweser ji her demê bêhtir mezin bikin. Em berxwedanê mezin bikin. Berxwedan mirovan azad dike û bi rûmet dike. Formula 'Jin, Jiyan, Azadî' bi berxwedanê bi cih tê anîn. Lewma li dijî dewleta bi serweriya mêr em bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin."