Berxwedana li hemberî êrîşa dagirkeriyê di roja 4’emîn de ye

Di roja 4’emîn a berxwedanê de ya li hemberî êrîşa dagirkeriyê, me bîlançoya êrîş û berxwedana li Efrîn û navçeyên wê berhev kir.

Berxwedana li hemberî êrîşa dagirkeriyê di 4’emîn de didome. Artêşa Tirk û rêxistinên El Kaîdeyê yên ku xeyal dikirin ew ê di 3 saetan de Efrînê dagir bikin, li hemberî berxwedana QSD’ê tarûmar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana şervanên QSD’ê têk çû. Artêşa Tirk a dagirker kesên sîvîl wekî şervan nîşan dide û dixwaze raya giştî bixapîne. Lê belge, vîdeo û wêneyên qetlîama li ser sivîlên li Efrînê hovîtiya Serokkomarê Tirkiyeyê  Erdogan û çeteyên wê nîşan dide.

20 SÎVÎL HATIN QETILKIRIN

Dewleta Tirk li Efrînê sûcê mirovayetiyê dike. Di serî de Rûsya, hêzên navneteweyî jî piştgiriya vî sûcî dikin û çavên xwe ji qetlîaman re digirin. Ji ber êrîşên balefirên şer ên Tirkiyeyê heta niha jin û zarok jî di nav de nêzî 20 kesên sîvîl hatin qetilkirin. Bi dehan birîndar jî li nexweşxaneyên Efrînê tên tedawîkirin. Ji bo birîndarên li nexweşxaneyan anonsa xwînê tê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî Efrînê bi hewayî û bejahiyê didomîne. Gelê Efrînê û şervanên QSD’ê jî li hemberî êrîşan destaneke din a Kobanê dinivîsin.

Bîlançoya ku Berdevkiya QSD’ê eşkere kiriye, nîşan dide ku artêşa Tirk gelek windahiyên giran dide. Berdevkiyê eşkere kir ku li gundên Karabab, Qestelcindo û Qornê yên Efrînê û li gundê Til Ciblirîn ê Şehbayê şer çêbû ye û di 24 saetên daewîn de 53 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin. Di heman demê de hate diyarkirin ku 38 çete jî birîndar bûne.

EFRÎN NAŞIBE MÎZANSENA ‘MERTALA FIRATÊ’

Bîlançoya ku QSD’ê eşkere kiriye, diyar dike ku ew ê êrîşên li dijî Efrînê neşibe mîzansena ‘Mertala Firatê.’ Nûçeyên ku ji herêmê tên diyar dikin ku ew ê ‘xeyalên’ Serokkomarê Tirk Erdogan hilweşîne.

Li gundê Omera yê navçeya Raco ya Efrînê 24 leşkerên Tirk hatin kuştin. Hate hînbûn ku li gundê Til Cîcîcan ên Şehbayê jî 15 çete hatine kuştin.

BÎLANÇOYA ROJEKÊ

Di roja 4’emîn de bîlançoya berxwedan û êrîşan wisa ye:

-Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gundê Etme yê navçeya Racoyê ya Efrînê hatin şikandin. Gundiyên ku ji aliyên dewleta Tirk hatibûn dîlgirtin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin.

-Şervanên QSD’ê êrîşên hêzên dagirker ên Tirk ku erîş birin ser girê Quddê yê Racoyê şikandin. Diyar bû ku leşkerên Tirk û çeteyêwan bi bayê bezê ji gir reviyan. Piştî ku ji bejahiyê ve êrîşên hêzên Tirk hatin şikandin herêm ji hêla balafirên şer ve hate bombekirin.

-Berdevkiya QSD’ê duh daxuyand ku di şerê gundên Karabab, Qestelcindo û Qornê yê Efrînê û gundê Til Ciblirînê de 53 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin, 38 endamên çete jî hatin birîndarkirin.

-Artêşa Tirk a dagirker ku di rojan 4’an a êrîşên dagirker de jî nekarî gavekê bi pêş ve biçe dest bi rêbazên gemarî kir. Leşker û çeteyên Tirk kincên sivîl li xwe kirin û êrîş birin ser gundê Hemame yê Cindirêsê. Bi topên artêşa Tirk a bi ser gund de welatiyekî bi navê Ehmed Sebrî (50) birîndar bû.

-Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Qamişlo êrîş bire ser sivîlan. Di encama êrîşa topan de du zarokên ku li malê li ser taştê bûn, birîndar bûn.

-Gungê Qirnê yê navçeya Bilbilê ku artêşa Tirk dagir kiribû, îro ji çeteyan hate paqijkirin.

-Artêşa Tirk a dagirker duh derengiya şevê bi topan êrîşî gundê Til Selûrê ya Cindirêsê kir. Li gorî agahiyan jina bi navê Sewsen Silêman (46) şehîd bû û kurê wê yê 7 salî Mihemed Esmen û zarokekî 10 salî birîndar bû.

ENDAMÊ YEKÎNEYA ÇAPEMENIYA YPG’Ê WELAT ŞEHÎD BÛ

Endamê Yekîneya Çapemeniya YPG’ê Tolhildan Welat dema ku berxwedaniya Efrînê dişopand şehîd bû.

Endamê Yekîneya Çapemeniyê ya YPG’ê Tolhildan Welat di 22’yê Çileyê de dema ku artêşa Tirk a dagirker êrîş bire ser Girê Qestel Cindo şehîd bû.