Bavê şehîdan têkoşîna xwe dewam dike
Elî Bekir ku di têkoşîna zêdeyî 35 salan de du keçên xwe şehîd da, li gel êşkenceya rejîma Baasê jî ji rêya xwe venegeriya. Her roj bi malbatên şehîdan re eleqedar dibe û têkoşîna xwe dewam dike.
Elî Bekir ku di têkoşîna zêdeyî 35 salan de du keçên xwe şehîd da, li gel êşkenceya rejîma Baasê jî ji rêya xwe venegeriya. Her roj bi malbatên şehîdan re eleqedar dibe û têkoşîna xwe dewam dike.
Elî Bekir (64) ê ji Dirbêsiyê, bi rêya alîkariya ku ji bo gelê Kurd ê ji Komkujiya Helebceyê rizgar bûyî hate komkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Di têkoşîna zêdeyî 35 salan de bi tena serê xwe nemeşiya; keçên xwe Gulistan û Rûken jî tevlî nava refên têkoşînê kir. Li gel zext û zordariya rejîma Baasê jî têkoşîna xwe dewam kir, li ser şopa keçên xwe yên şehîd bûn, meşiya. Niha jî bi malbatên şehîdan re ji nêz ve têkiliyê datîne û xizmetê ji Şoreşa Rojava re dike.
Elî Bekir ji sala 1988'an û vir ve xizmetê ji gelê Kurd re dike û nirxên neteweyî yên Kurd diparêze. Dilsoziya xwe ya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re bi van gotinan tîne ziman: "Di felsefeya Rêber Apo de aliyê xwe yê xwedîderketina li nirxên neteweyî yên gelê Kurd xurt e. Milîtanên ku xwe ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd feda dikin, ji bo berjewendiyên xwe naxebitin, jiyana xwe didin gelê Kurd. Gelekî bala min kişandibûn. Ji ber vê yekê ji dema Komkujiya Helebceyê û vir ve dilsoziya min a bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re dewam dike. Ji hingî ve weke milîsekî tevlî kar bûm."
7 CARAN HATE GIRTIN
Elî Bekir ji aliyê rejîma Baas ve 7 caran hate girtin lê li gel vê yekê jî serî li ber zilmê netewand. Bi dewamî got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd li Sûriyeyê bi rehetî tevnedigeriya. Her gaveke me dişopandin û yên deşîfre dibûn ji aliyê rejîma Baasê ve dihatin girtin, êşkence li wan dihate kirin. Yek ji wan jî ez bûm. Aqûbeta gelek kesan hînê ne diyar e. Me karekî berfireh dikir. Her roj em di nava gelê xwe de bûn, me ji wan re qala têkoşînê û fikrên Rêber Apo dikir. Hinekan ji me bi rengekî veşartî perwerdeya bi zimanê Kurdî dida, hinekan karê rêxistinî dikir. Di encama vê kedê de jî em bi ser diketin."
HEVDÎTINA BI ABDULLAH OCALAN RE
Elî Bekir anî ziman ku yekane xeyala wî dîtina Abdullah Ocalan bû û wiha dewam kir, "Di dîroka Kurdan de rêberekî mîna Rêber Apo ji bo neteweya Kurd têkoşîn nekiriye, xwe feda nekiriye. Cara yekê gelê Kurd bi rengekî hevgirtî daketibû qadan. Têkoşînek pak, bêberjewendî. Ji her beşên civakê pêl bi pêl tevlîbûn dibû; xwendekaran berê xwe didan çiyê, li bajaran dest bi têkoşînê dikirin. Bêguman min jî fikrekî bi vî rengî diparast û Rêber Apo gelekî meraq dikir. Ez zewicî bûm, zarokên min hebûn lê belê gelek tişt jî hebûn ku diviyabû min ji bo gelê xwe bikira. Wê demê zext û zordarî gelekî giran bû, di heman demê de kar jî gelekî zêde bû. Çûyîna gel Rêber Apo ne karekî hêsan bû. Carna heval bi rojan nikarîbûn bigihêjin, ji ber ku rejîma Baas rê gelekî bi tundî kontrol dikir. Gel jî bi rehetî nikarîbû biçe. Hevalan sala 1995'an gotin, wê komekê bibin gel Rêber Apo û di nava wê komê de ez jî hebûm. Dîtina Rêber Apo xeyalê min bû. Bi komeke ji 25 kesan em çûn Şamê û min firsend dît ku Rêber Apo nas bikim. Sê saetan em li gel man. Li ser malbatê, civakê û neteweya Kurd gelek nirxandin kir. Ya rast weke kom em hejiyan, me şoq derbas kir, ji ber ku me fikrekî nû nas kir. Li gel vê yekê têkoşîn, qedir û qîmet bilind dikir, ti carî ji bîr nedikir. Rexne dikir, wê rojê gelek rexne kiribû lê belê rastiya me anîbû ziman û bi bersiva ku ji niha û pê ve wê çawa dewam bike, bilind kiribû."
DU KEÇÊN WÎ TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛN
Elî Bekir anî ziman ku piştî vê hevdîtinê di rêbaza wî ya têkoşînê de guherîn çêbû û got, "Bi vê têkoşînê re xwîn rijiya, xwîna gelê me rijiya. Gelê me li her qadê berdêl da. Mirovekî ne asaz mîna mirovekî mirî bû. Min karên xwe yên heta sala 1995'an ji nû ve di ber çavan re derbas kir û dît ku kêm maye. Pê hesiyam ku ji bilî xizmeta ji bo neteweya Kurd karekî din ê pîroz nîne, li gel malbata xwe min biryar da ku têbikoşim. Her zarokên min li bajarekî cuda tevlî kar bû, tevkarî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd kir. Hinek jê tevlî nava karên çand û hunerê bûn, hinek jî beşdarî nava perwerdeya zimanê Kurdî bûn. Gulistan û Rûken jî biryar dan ku bibin gerîla û ne dayika wan ne jî ez li pêşiya wan nebûn asteng. Piştî ku şehîd bûn, serê me her tim bilind bû û me têkoşîna wan gihand vê astê."