Artêşa Tirk hewl da êrîşî Bilbilê bike
Artêşa Tirk a dagirker hewl da êrîşî Bilbilê ya Efrînê bike.
Artêşa Tirk a dagirker hewl da êrîşî Bilbilê ya Efrînê bike.
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi bersivdayîna hêzên YPG’ê re pûç bû. Leşkerên Tirk mecbûr man ku bi paş ve vekişin.
Çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikir îro bi otobusan ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê yê Kilîsê ber bi Ezazê ve ketin rê.
Çete bi qasî 20 otobusan derbasî aliyê Sûriyeyê bûn.
Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ji bo amadekariyên êrîşên li dijî herêma Til Rifetê ji sînor hatin derbaskirin.