Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser Efrîn û Şehbayê dorfireh kir

Artêşa Tirk a dagirker, êrîşên xwe yên li ser kantonên Efrîn û Şehbayê berfihre kir.

Çavkaniyekî ji Yekîneyê Parastina Gel (YPG) ragihand, arêşa Tirk a dagiker û çeteyên wan ji Keleha Semanê top avêtine navçeya Şêrawaz û girên herêma Cindirêsê. Hat ragihandin ku top li girên Bedirxan, Banî, Bextiyar, Başûr, Êlih, Destan, Şehîd Demhat û Kevrem ketiye.

Li gorî nûçeya ANHA'yê êrîşên li dijî van giran dewam dikin û komên çete jî bi doçkayan li Girê Hozan êrîşî şervanên YPG/YPJ'ê kir.

Şervanên YPG û YPJ'ê tevgera çeteyan a li aliyê beramberî girê Batmanê kontrol kirin û paşê bi sekvan hedef kirin. Derbarê windahiyên çeteyan tu agahî nehatin bi dest xistin.

Artêşa Tirk a dagirker her wiha bi awayekî bê serûbin ji herêma Ezazê gundên girêdayî navçeya Şera topbaran kirin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke leşkerî dane, gelek top li gundên Dîkmadaş, Girê Qestel Cindo, Beyloniya û derdora wî û gundê Eyn Deqna ketin. Artêşa dagirker bi top û fuzan gundên Malikiya, Şewarxa yên girêdayî navçeya Şera topbaran dikirin. Di topbarana li van deveran zarokekî 6 salî birîndar bû.

Artêşa Tirk herêmên dirêjahiya xeta sînor, ji herêma Cindêris, navçeya Şiyê hetanî herêma Raco bi topên hawanan û obusan hedef girtin. Hate diyarkirin ku çend top li gundê Şêx Xorzê yê navçeya Bilbilê ketin.

Li herêma Şehbayê jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ji bajarokê Maraî gundên Şêx Îsa, Hesya, Semoqa û Til Cîcan û xeta bendava Şehbayê topbaran kirin. Şervanan jêdera êrîşan bersivandin.