Artêşa Tirk êrîş bire ser kozikên YPG’ê yên li gundê Dêrikê
Artêşa Tirk a dagirker piştî Kobanê û Efrînê li gundên qada Beravê ya Dêrikê jî êrîş bi ser niqteyên YPG’ê. Şervanan bersiva êrîşan dan.
Artêşa Tirk a dagirker piştî Kobanê û Efrînê li gundên qada Beravê ya Dêrikê jî êrîş bi ser niqteyên YPG’ê. Şervanan bersiva êrîşan dan.
Kanên YPG’ê diyar kirin artêşa Tirk a dagirker li gundê Zuheriyê û Xerabreşkê ya li qada Beravê ya Dêrikê êrîş bi ser kozikên YPG’ê de birin. Hate diyarkirin ku êrîş saet 16.30’an pêk hatine, şervanên YPG’ê bersiv dane êrîşan, li herêmê nêzî nîv saetê şer çêbûye û ti şervanan jiyana xwe ji dest nedane. Li herêmê niha bêdengî serdest e.