Artêşa Tirk bi obusan bombe li gundên Efrînê barand

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî gundên Efrînê didomîne.

Ji qereqola Sîce ya artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînor e, bi obusan êrîş li derdora gundê Merwaniye yê navçeya Şiyê ya herêma Cindirêsê hate kirin. Hat ragihandin ku bi fuzeyên katyûşa jî êrîş li gundê Girzîle yê navçeya Şerawa hatiye kirin.

Artêşa Tirk her wiha bi obusan êrîşî gundên Şdire û Îska, ji Keleha Semanê jî êrîŞî gundê Celeme yê navçeya Şerawa kir.

Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku artêşa Tirk ji herêma Ezazê jî bi obusan êrîş biriye ser gundên Beyloniya, Malîkiye û Eyn Deqnê yên navçeya Şerayê.