Artêşa Tirk a dagirker li wesayitekê da: Kesek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li ser rêya bejahî ya M4 li qemyonekê dan. Ji ber bombardûmanê ajokarê qemyonê birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan, bi topan li qemyoneke bar dan ku li ser rêya M4 bû û ji Eyn Îsayê diçû navçeya Çelebî.

Ji ber bombardûmanê ajokarê qemyonê Ûsama El Esaf ê 31 salî birîndar bû.

Esaf ji aliyê şêniyên herêmê ve rakirin nexweşxaneyê.