Artêşa Sûriyeyê: Êrîşa li rojavayê Şamê hate şikandin
Artêşa Sûriyeyê îdîa kir ku êrîşeke hewayî ya li rojavayê Şamê hatiye şikandin.
Artêşa Sûriyeyê îdîa kir ku êrîşeke hewayî ya li rojavayê Şamê hatiye şikandin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê SANA'yê, li dijî rojavayê paytext Şamê êrîşek hate kirin.
Nûçe li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî yên rejîmê hate amadekirin. Çavkaniyê artêşê got, "Hêzên me yên parastina hewayî li rojavayê Şamê êrîşeke dijmin şikandin."
Nehat eşkerekirin bê êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye kirin.
Hin deverên milîsên Îranî yên li Sûriyeyê beriya niha bûbûn hedefa Îsraîlê.