Aldar Xelîl: Divê meclîs û komun bêne xurtkirin
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku ji bo parastina destketiyên şoreşê divê sazî, meclîs û komunan bêne xurtkirin.
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku ji bo parastina destketiyên şoreşê divê sazî, meclîs û komunan bêne xurtkirin.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê de Aldar Xelîl li 5'emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan axivî.
Xelîl got, "Dewletên komploger bi fikrên xwe yên kapîtalîst, fikrên azad û demokratîk ên Rêber Abdullah Ocalan red dikin. Bi dîlgirtina Rêber Ocalan xwestin ku gel û fikrên demokratîk tune bikin."
Xelîl destnîşan kir ku rêxistiniya malbatên şehîdan di bin sîwana Meclîsa Malbatên Şehîdan de bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ser ketiye û nîşaneya pûçkirina Komploya Navneteweyî ye.
Xelîl got, "Asta rêxistinî ya ku Meclîsa Malbatên Şehîdan û saziyên gel gihîştiyê, nîşaneya serketinê ya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide" û wiha dewam kir, "Gelên serhildêr ji bo jiyaneke azad û demokratîk divê têkoşîna xwe xurt bikin."
Xelî diyar kir şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji hêviyên gelên Sûriyê re bûye bersiv û got, ''Ji bo ku destkeftiyên şoreşê bene parastin divê sazî, meclîs û komun werin xurtkirin.''
Xelîl di avakirina civaka azad de bal kişande ser giringiya têrî xwe kirinê û got, di bingehê têrîxwekirinê de heilberandin û ekonomiya komunal heye.