Ada: Em ê bi zarokên xwe yên girtî re li ber xwe bidin

Xwişka mezin a yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Hamdûsena Ada, Reşahat Ada anî ziman ku heta ku tecrîd bê şikandin zarokên wan di girtîgehê de û ew ê jî li çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe bidomînin.

Hamdûsena Ada yê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê dest bi greva birçîbûnê kiriye, di sala 2011'an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Piştî girtina wî demek kurt sirgûnî Girtîgeha Rîzeyê tê kirin. Di encama hewldan û daxwaznameyên de dîsa sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin. Xwişka wî Reşahat Ada têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê axivî. Ada bi bîr xist ku beriya niha ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, êşkence û desteserkirina mafan 14 mehan “Nobeta Edaletê“ li dar xistine.

‘ZAROKÊN ME JI BO GEL Û NASNAMEYA XWE TÊDIKOŞIN‘

Ada diyar kir ku zarokên wan ji bo gel û nasnameya xwe têdikoşin û got: “Tiştekî xerab nekirine. Zarokên me ji bo vê xakê giyanê xwe feda kirin. Piştî ku birayê min ket girtîgehê, sirgûnî Rîzeyê kirin. Demek dirêj li wir ma. Di encama hewldanên me yên dijwar de birayê min dîsa şandin vir. Li girtîgehê îşkence li wan tê kirin, em êdî naxwazin ev yek bibe. Em piştgiriyê didin têkoşîna mafdar a zarokên xwe. Êdî dawî li îşkence û tecrîdê bînin.”

‘JI BO BIJÎN Û BIDIN JIYÎN LI BER XWE DIDIN‘

Ada anî ziman ku beriya destpêkirina greva birçîbûnê bi birayê xwe yê li girtîgehê re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Dema ku me serdana wî kir got ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo wê dest bi greva birçîbûnê bikin. Moralê wan baş bû û li ber xwe didin. Ji bo bijîn û bidin jiyîn li ber xwe didin. Em dixwazin her kes piştgiriyê bide vê deng û berxwedanê. Heta ku tecrîd bê şikandin zarokên me di girtîgehê de û em ê jî li çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe bidomînin. Ez dixwazim her kes piştgiriyê bidin berxwedana zindanan.”