AA bêhemdî mikur hat: MÎT endamên DAÎŞ'ê rizgar dike!

Ajansa nûçeyan a fermî ya dewleta Tirk AA, nûçeyek weşand ku tê de li hewldanên MÎT'ê yên ji bo rizgarkirina DAÎŞ'iyan mikur tê. Di nûçeyê de her wiha têkiliya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê jî tê vegotin.

Ajansa Anatoliyê (AA) ku ajansa fermî ya dewleta Tirk e, mikur hat ku Îstîxbarata Tirk (MÎT) hewl dide endamên DAÎŞ'ê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne, rizgar bike.

AA'yê îro bi sernavê "MÎT'ê jineke Moldovayî û 4 zarok ji destê YPG/PKK'ê rizgar kir" nûçeyek weşand. Di nûçeya xwe de mikur hat ku kesên navborî ji Kampa Holê hatine revandin ku endamên DAÎŞ'ê lê ne.

Di nûçeyê de bi zanebûn nayê gotin ku kesên navborî endamên DAÎŞ'ê ne û tê gotin, "Welatiya Moldovayî Natalîa Barkal a bi zorê li Kampa Holê ya li bakurê Sûriyeyê dihate girtin tevî 4 zarokên xwe bi operasyoneke MÎT'ê hatin rizgarkirin."

LI HEWLDANÊN MÎT'Ê YÊN JI BO RIZGARKIRINA DAÎŞ'IYAN MIKUR HAT

Di nûçeyê de bal tê kişandin ser hewldana taybet a MÎT'ê ya ji bo rizgarkirina DAÎŞ'iyan. Di detayên nûçeyê de tê ragihandin ku MÎT'ê bi endamên DAÎŞ'ê yên revandî re pêwendiya teknîkî daniye, piştî ku 6'ê Hezîranê ji Kampa Holê revandin, birine Girê Spî û ji wir jî derbasî Tirkiyeyê hatine kirin.

Di nûçeyê de tê ragihandin ku endama DAÎŞ'ê Natalîa Barkal dibêje, "Ez minetdarê dewleta Tirk im. Tirkiye welatekî gelekî mezin e." Bi vî rengî careke din li têkiliya navbera dewleta Tirk û DAÎŞ'ê mikur tê.

GELO HIKUMETA MOLDOVAYÊ XWEDÎ LI DAÎŞ'Ê DERDIKEVE?

Balkêş e ku di nûçeyê de tê gotin, operasyona MÎT'ê ya ji bo rizgarkirina DAÎŞ'iyan li ser daxwaza hikumeta Moldovayê hatiye kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê beriya niha gelek caran bang li welatên ku welatiyên wan tevlî DAÎŞ'ê bûne kiribûn ku "bên û welatiyên xwe bibin."

Lê belê hikumeta Moldovayê li şûna ku têkiliyê bi Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re deyne û welatiyên xwe yên tevlî DAÎŞ'ê bûne bibe, balkêş e ku piştgirî ji îstîxbarata Tirk xwestiye.

Her wiha di dawiya nûçeyê de hate gotin, "Serokkomarê Moldovayê Îgor Dodon wêneyên xwe yên bi Barkal û 4 zarokên anîne Moldovayê li hesabê xwe yê medya civakî parve kiriye."

Dewleta Tirk dema ku êriş bir ser Girê Spî û Serêkaniyê, destpêkê hewl da DAÎŞ'iyên li girtîgehan û kampan rizgar bike.