Ûsiv: Li Sûriyê şerê parvekirinê heye

Ji rêveberiya Kongra Star Hediya Ûsiv got li Sûriyê enî êdî zelal bûne, hatye asteke navnetewî û şerê parvekirinê heye.

Ji Kongra Starê Hediya Ûsiv got piştî ku şervanên QSD'ê qadên dawî yên di dest DAÎŞ'ê de jî rizgar kirin pêvajoyeke nû dest pê kiriye û bi vê re hevsengên nû, hevkarî û planên nû hatine rojevê. Ûsiv diyar kir hevkarî û şer ketine nav hev, rewşa kaotîk demeke dî jî wê bidome.

PIŞTÎ BAXOZÊ PÊVAJOYEKE NÛ

Ûsiv diyar kir piştî têkçûna DAÎŞ'ê ya li Baxozê pêvajoyeke nû dest pê kiriye, destê Koalîsyona Navnetewî ya bi pêşengiya DYE'yê xurt bûye û got, ''Êdî pêvajoya Sûriyê hatiye asteke navnetewî. Heta deverekê li Sûriyê enî diayr bûn. Ji ber vê jî li Sûriyê her kes ketiye pey wî derdî ku pariyekê jê bike'' û got Israîl bi îmzeya  Serokê DYE'yê Golan mîsoger kiriye, di navbeyna Rûsya û Israîlê de lihevhatin çêbûye û diyar kir berê li Sûriyê tenê Îran û Rûsya karîger bûne û niha jî Koalîsyona Navnetewî xwe daniye holê. Ûsiv her wiha diyar kir  DYE bêyî çareseriyê wê ji Sûriyê derkneve.

TIRKIYE DIXWAZE DAGIRKERIYÊ MAYINDE BIKE

Ûsiv têkilî nêzîkatiya dewleta Tirk got Tirkiye dixwaze li deverên ku dagir kirine hebûna xwe mayînde bike, para xwe diyar bike û çav berdaye cihên din jî û bal kişande ser têkoşîna li ser Idlibê. Ûsiv got, ''Tirkiye li ser xakên ku daigr kirine sînoran datîne, dîwaran lêdike, bi demografiyê dilîze û gefan dixwe. Ji ber ku sozên ku dane Îran û Rûsyayê tam bi cih nayîne krîzê dijîn. Niha bi Rûsya û Îranê re di nav tevlîheviyeke mezin de ne.''

PIŞTÎ DAÎŞ'Ê HEDEFA NATO ÎRAN E

Ûsiv li ser pêvajoya piştî DAÎŞ'ê got, ''Piştî DAÎŞ'ê hedefa stratejîk a NATO'yê Îran e. Emerîka ji bo ku li vê herêmê Îranê asê bike gelek zextan dike. Niha dora Îranê bi temamî hatiye pêçan. Rûsya ku naxwaze bi Îranê re were pêşberî hev li bara vê planê bêdeng e. Ev plan ji hêlekê ve bi dilê  Rûsyayê ye jî. Bêkarîgerbûna Îranê ji hêlekê ve wê bike ku Rûsya li herêmê xurtir bibe. Ji ber vê jî Rûsya û Îsraîl li hev kirin. Li kûderê ve destekê dide lêxistina Îranê û bêdeng dimîne. Heta niha ne Rûsya û ne jî rejîma Sûriyê ji bo ti devera ku li Îranê hatiye xistin dengê xwe dernexistine. Helbet, ev jî di navbeyna Rûsya û Îranê de dibe krîz.''

ÎRAN BEŞEK JI REJÎMÊ LI DIJÎ RÛSA SOR DIKE

Ûsiv bi domdarî got Îran ji helwesta Rûsya ne kêfxweş e, li gel Emerîka li dijî projeyên ku kirine astengiyan derdixîne û got, Îran beşê bi ser xwe ve yê di nav rejîma Sûriyê de li dijî Rûsyayê sor dike. Ûsiv got, ''Niha di navbeyna Rûsya û Îranê, Rûsya û rejîmê, Rûsya û Tirkiyê de krîz hene, dixitimin. Îran ji bo berjewendiya xwe berjewendiya Rûsya asteng dike. Naxwe derê Îranê ne yekîtiya Sûriyê ye, li ser hebûna wê taloke heye.

El Nûsra Idlib ji bo xwe kiriye keleh. Bi temamî lê bi cih bûye û ji bo tine nebe xwe ji şer re hazir dike. Ji ber ku Nûsra her wiha di lîsteya terorê de ye. Heke Birayê Misilman jî têkeve nav lîsteya terorê ev ê bandorê li Tirkiyê jî bike.

PLANÊN NÛ TÊNE DANÎN

Ûsiv herî dawî got niha planên nû têne danîn, mewzî û hevkariyên nû hene û got, bi desteke NATO, bi pêşengiya Siûd hevkariyeke sinî tê avakirin. Ûsiv got Libya û Misir ji bo Tirkiyê dibêje kana terorê, ji êrîşa bombeyî ya Endonezyayê Tirkiyê berpirs dibînin û domand, ''Bi rengî Tirkiye dibe hedef û tê xwestin ku dawî li hevkariya xwe ya bi Rûsyayê re bîne. Ji bo ku mijara S-400 nîqaş bikin, banga Tirkiyê ya ji bo ku Emerîkî werin Tirkiyê, nîşana wê ye ku bi paş de gav davêjin.''

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/dewleta-tirk-bi-dagirkeriye-tevi-xwe-dike-113083