'Şoreşa Rojava şoreşa Ermen û mezlûman e'

Şêxmûs Ehemd Fetah ê Ermen diyar kir ku bi şoreşa Rojava re ew ji nû ve hatine dinê û got, "Ev şoreş tolhildana dîrokî ya Ermenan e."

Şoreşa Rojava 8 sal li pey xwe hişt. Yên ku li herêmê ne, şoreş bi xwe dîtin û tevlî bûn, dibêjin ku ew bi 19'ê Tîrmehê re ji nû ve hatine dinyayê.

Yek ji wan jî Şêxmûs Ehmed Fetah e ku Ermenê li Dirbêsiyê ye.

Fetah ku li herêma lê ye weke Bavê Zana tê naskirin, ji bajarê Bedlisê yê Bakurê Kurdistanê ye. Malbata Fetah di dema Qirkirina Ermenan a sala 1915'an de neçar ma koçî herêma Rojava bike.

'ŞOREŞA ERMEN Û MEZLÛMAN E'

Fetah diyar kir ku ew tevî zarok û malbata xwe tevlî şoreşê bûye û got, "Yek ji gelên ku ji destpêkê ve tevlî şoreşê bûn em in. Me xwe di nava vê şoreşê de dîtin. Ev şoreşa me ye, şoreşa bidestxistina azadiyê ye. Ev şoreş ne tenê ya gelekî ye, şoreşa gelên mezlûm hemûyan e. Me ev şoreş weke şoreşa xwe dît. Dema ku şoreşê dest pê kir, me dît ku ev şoreş şoreşa Kurdan, Ermenan, Suryaniyan, Êzidiyan, Ereban, Elewiyan, gel û baweriyan hemûayn e. Yanî ya gelên li vê herêmê hemûyan e."

Fetah Şoreşa Rojava weke 'tola dîrokî ya Ermenan' pênase kir û got, "Şoreşa Rojava tolhildana dîrokî ya me û malbata min e. Ji bo me sedsaleke nû ye. Dema ku şoreş pêk hat, mîna ku em ji nû ve hatin dinyayê."

Fetah bi hezaran şehîdên ku di vê oxirê de canê xwe feda kirine bi bîr anî û destnîşan kir ku ji bo parastina destketiyên  şoreşê ew deyndarê şehîdane.

Fetah bi bîr xist ku dewleta Tirk hemû warên olî yên li herêmê talan kiriye û got, "Dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê û Til Temirê wargehên Ermenan hilweşand. Hin jinên Ermen revand û ji malbatên wan fîdye xwest. Bi gotina 'Allah û Ekber' ew kuştin. Ji bo wan dema ku ew gotin hate gotin her tişt diqede. Gelek kes bi navê ol xapandin û tiştên cuda bi wan dan kirin. Dewleta Tirk komên mîna DAÎŞ û El Nûsrayê derbasî herêmê dikir. Erdogan temsîliyeta DAÎŞ'ê dikir, sûltanê wan e. Eger ev şoreş biqede em ê hemû biqedin."

BANGA LI ERMENAN

Şêxmûs Ehmed bal kişand ser êrişa bi SÎHA'yan di 16'ê Tîrmeha 2020'an de li Dirbêsiyê hate kirin û got, "Gel êdî ditirse ku derkeve derve. Bi êrişa li ser sivîlan dixwazin bajêr vala bikin. Dixwazin bawermendên Misilman û Xiristiyan li ber hev rakin. Çavkaniya van hemûyan dîroka Osmanî ye. Bi dehan caran komkujî kirin. Gelek gelên niha li Tirkiyeyê ne ji eslê xwe hatin qutkirin û ew kirin Tirk. Dema mirov dîroka Osmanî baş bixwînin dibînin ku ev ji bo çi hatine kirin."

Şêxmûs Ehmed Fetah bang li gelê Ermen kir û got, "Nas bikin ku hîn kî ne û dest bidin hev, bibin yek. Xwe weke xwediyê vê şoreşê bibînin. Tenê bi rêya vê şoreşê dikarin xwe weke Ermen bibînin. Yên dûrî vê şoreşê ne, dûrî Ermenîtiyê ne. Ji ber ku ev şoreş tolhildana wan e."