‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê hêviya hemû gelên Sûriye ya demokratîk e’

PYD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiya hêvî û hedefên tevahî gelan ên nirxên mirovahiyê dike. Ew jî bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ku nûnertiya çareseriya aloziya Sûriye û avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî dike.

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi boneya salvegera 8’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand û 19’ê Tîrmehê li tevahî gel pîroz kir. PYD’ê piştrast kir ku şoreşa yekemîne ku Rojhilata Navîn û cîhanê ye ku rûmeta mirovahî û azadiyê li hember tevahî fikrên şovenîst û cînsiyetperest parast.

‘ŞOREŞEKE YEKEM E LI DIJÎ TEVAHÎ FIRKÊN ŞORVEN Û CINSYETPARÊZIYÊ RÛMETA XWE PARAST’

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

"Pir kêm, gel di şoreş û pêkanîna wê de israr dike, ji gelên ku serî hilda û bi ser ketiye jî, parastina hedef û rêgezên şoreşê kiriye kêm in. Lê Şoreşa 19’ê Tîrmehê berovajî tevahî şoreşan e. Şoreşa yekemîn li Rojhilata Navîn e û Cîhanê ye ku rûmeta xwe li hember tevahî fikrên qewmewî, îslamî , cinsiyetparêzî û îlmî parast. Di rêgezên xwe de xwe naspêre tu çîn, pêkhate yan jî olan, lê belê xwe dispêre têgeha neteweya demokratîk ku tevahî pêkhate tê de bijîn û li gorî rêgezên şoreşê tev digere. Ji lew re Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû vejîn û serbilindiya ji tevahî gelan re.

‘RÊVEBERIYA XWESER XWE DISPÊRE FELSEFEYA NETEWA DEMOKRATÎK’

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska yekemîn a şoreşê ji bajarê Kobanê ya berxwedêr destpê kir û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn, li Efrînê, piştre Cizîr û Firatê. Bi wê re jî li ser tevahî gelan êş û azara bi salan ji zulm û destpotiyê rakir. Destpêkirin ji bingeh ve bûn, ji ber ku binesazî tune bûn û civak ji hevketibû. Roj bi roj bi pêngavên mezin ber bi sepandinê ve çû, bermahiyên rejîmê rakirin. Her wiha hemelyên rizgarinê ji DAÎŞ’ê hatin destpêkirin, berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker hat destpêkirin û berdewam e. Bi wê re jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk hat avakirin. Tevî wê jî gelekan di serî de jî Tirkiyê xwest ku vê projeyê têk bibin, lê bi bin ketin

‘TÊKOŞÎNA ÇARESERIYÊ YA BI RÊYA DIYALOGÊ DIDE’

Em Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi bîr tînin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê jî di şoreş û têkoşîna xwe de da ku bibe nimûne ji tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn re bi rêya diyalog û çareseriya siyasî, berdewam e. Her wiha da ku rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyan de bê sepandin û yekîtî di navbera hêzên siyasî ya Kurd de pêk bê. Hew wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe hewl dide dagirkeriya Tirkiyê û êrişên wê têk bibe, her wiha sûcên wê ji kuştin, revandin û guhartina demografiyê li Efrîn, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê rawestîne û wan herêman rizgar bike û şêniyên wê vegerin. Ji aliyekî din ve jî di hemleyên xwe yên li dijî şaneyên DAÎŞ’ê li hermên Dêra Zor, Reqa û tevahî Sûriyê de berdewam e.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê sepand ku li gorî xeta sêyemîn tev digere û xwe dispêre jina azad, ciwan û beşdariya wan di tevahî aliyan de, her wiha rola wan a pêşeng di rêvebirina şoreşê li hember dagirkerî û rêxistinên terorîst DAIŞ’ê û hwd de. Her wiha parastina destkeftiyên dike . Her wiha jinan sepand ku sembola rastîn a şoreşê ye, hêza civakê û rêxistina gel e.

‘NÛNERTIYA HÊVIYA GELAN E’

Em Meclîsa Giştî ya PYD’ê bi rasthatina 19’ê Tîrmehê re tevahî gelan pîroz dikin ku nûnertiya hêviya gelan û hedefên tevahî gelan di nirxên mirovahî û projeya rastîn bi nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike da ku bibe nimûne û modela çareseriya aloziya Sûriyê, peydakirina ewlehî û aramî ji tevahî Sûriyan re û Sûriyeke demokratîk a nenavendî bê avakirin."