Şervanên YPJ'ê û jinên Reqayê dest bi pêngava paqijiyê kirin

Li Reqayê di çarçoveya tevdîrên dijî vîrûsa koronayê de şervanên YPJ'ê û jinên Reqayê daketin qadan û paqijî kirin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) tevî jinên herêmê daketin kolanên Reqayê û dest bi paqijiya bajêr kirin.

Ev hewldan jî di çarçoveya tevdîrên dijî vîrûsa koronayê de tê kirin.

Bi têgihiştina 'tevdîra xweparastinê û paqijî ji derman çêtire" jinan rahiştin kîsan û gemara li kolanan paqij kirin.

Şervana YPJ'ê ya bi navê Zozan destnîşan kir ku ji bo wan wezîfeya însanî beriya wezîfeya leşkerî ye û got, "Karê me ewlekarÎ ye. Hem ewlekariya ji aliyê leşkerî hem jî ewlekariya ji nexweşiyan e. Ji bo bajarê xwe ji nexweşiyan biparêzin çi ji destê me tê em dikin."

Şervanên YPJ û jinên Reqayê ragihandin ku wê vê hewldana xwe ya paqijiyê bidomînin.