Şervanên Ereb: Em axa xwe ji Erdogan û çeteyên wî re nahêlin

Şervanên Ereb ên ku li ser eniya Til Temir û Serêkaniyê li ber xwe didin gotin ku “Em ji bo ax, gel û şerefa xwe li ber xwe didin.”

Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û ya çeteyên wê yên wekî El Kaîde, El Nusra û DAÎŞ’ê didome. Li hemberî van êrîşan gelên Kurd, Ereb, Siryan û Asûr axa xwe diparêzin. Şervanên Ereb ên li ser xeta Til Temir û Serêkaniyê gotin ku “Em şehîdan bidin, birîndar bibin jî em ê destûrê nedin vê dagirkeriyê.”

Şervanê YPG’ê yê bi navê Hisên Elî Xelef diyar kir ku ew ji bo parastina gel û axa xwe li eniyê ne û got ku, “Ez ji bo axa û gelê xwe biparêzim hatime eniyê. Em YPG her dem hene û em ê hebin. Hêza li hemberî me jî hatine welatê me dagir bikin. Li hemberî êrîşkaran em li ber xwe didin. Em ê wan ji axa xwe derxînin.”

Şervanê bi navê Necîb jî diyar dike ku ew ê her dem li ber xwe bidin û got ku “Em li hemberî terorîst û êrîşkaran welatê xwe diparêzin. Ez ji bo vî tiştî îro li vir im. Erdogan dixwaze axa me dagir bike, em jî li hemberî wî li ber xwe didin.”

Şervanê bi navê Muhan Ehmed jî got ku “Moralê me hemûyan gelekî bilind e. Em welatê xwe diparêzin. Em ê hêmû êrîşan pûç bikin.”

Şervanê bi navê Ebû Şîrîn ê navsere jî diyar dike ku ew hêza Hesekê ne û îro hatine eniya Til Temirê. Ebû Şîrîn got ku “Em ji bo ax, gel û şerefa xwe li vir in. Em ê nehêlin ku Erdogan bihustek axa me jî dagir bike. Em ê şehîd û birîndar bibin lê em ê destûrê nedin ku Erdogan û çeteyên wî axa me dagir bikin.”