Şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd ket
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanê wan Xalid Îbrahîm El-Xelid dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd ket.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanê wan Xalid Îbrahîm El-Xelid dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd ket.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Xalid Îbrahîm El-Xalid 12‘ê Mijdarê ango îro dema erka xwe ya parastinê li xetên pêş pêk dianî şehîd bû.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi xemgînî me agahiyên şehadeta şervanê xwe Xalid Îbarahîm El-Xalid bihîst ku dema erka xwe li xetên pêş bi cih dianî, di encama qezeyekê de şehîd bû. Şervanê me yê leheng Xalid ji gundê Şiyûx ê bajarê Kobanê jidayik bû. Di nava hevalên xwe de bi fedekarî û moralê bilind dihat naskirin, karê jê dihat xwestin bê westandin pêk dianî.
Em sersaxiyê ji xwe, malbata şehîd Xalid Îbrahîm El-Xalid, malbatên şehîdan û gelê me re dixwazin. Em ê heta diplopa dawî li ser xeta şehîdan bimeşin û armancên wan pêk bînin."
Nasnameya şehîd wiha ye;
Nav û Paşnav: Xalid Îbrahîm El-Xalid
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Îbrahîm
Dîroka Jidayikbûnê: 1990‘î
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Şiyûx-2016‘an
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Minbic/12‘ê Mijdara 2019‘an