Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên şehîd Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho veşartin.
Şêniyên Kobanê cenazeyên şehîd Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho veşartin.
Bi hezarên ji şêniyên bajarê Kobanê, navçeya Eyn Îsa, Minbic û endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên herêma Firatê tevlî merasîma veşartina cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn; Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho yên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê de ya li navçeya Dêrikê li kantona Qamişloyê şehîd bûbûn.
Di destpêka merasîma ku li Goristana Şehîd Dicle li dar ketiye de, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê herêmê koçber bike. Hêzên navneteweyî li hember van êrişan dûrûtiyê dimeşînin.”
Eyşe wiha domand: “Em dê li ser soza xwe bin ku me daye şehîdan. Em dev ji xeta berxwedanê ya me ji şehîdan girtiye, bernadin û fedakariyên wan wisa vê berdêl namînin.”
Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Kobanê jî got: “Îro, roja berxwedanê, roja fedakariyan û fedaîtiyê ye. Roja ku ders bidin dagirkeran ku ev xwediyên vê axê hene û wê diparêzin, gelê wê yek in û projeya wan a demokratîk heye ya ku li pêşiya komployên derve û êrişên dewleta Tirk bûye bendeke asê. Ew dixwazin me vegerin serdemên tarî, lê me xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye û dê tevahî komployan têk bibin.”
Şêro Kobanê soz da ku dê gel û herêmê biparêzin û xayînan efû nakin û dê li ser soza ku dane şehîdan bin.
Welatiyê bi navê Izedîn Şêxî bi navê her du malbatên şehîdan axivî û rola şehîdan di parastina nasnameyên gelan de silav kir û di heman demê de bang li gelê herêmê kir ku li hember êrîşan bibin yek.
Di dawiya merasîmê de, wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên hatin kirin. Piştre girseya gel cenazeyên wan di nava tilîliyên dayîkan de spartin axê.