Şêniyên herêma Firatê bi meşeke girseyî li ber komploya navneteweyî rabûn

Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li dijî komploya Navneteweyî 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Meşa bi hezaran ji qada Jina Azad destpê kir û heta qada Şehîd Egîd berdewam kir. Di meşa ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat hildan de û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” hatin berzkirin.

ÊRÎŞ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Çalakî li qada Şehîd Egîd a ku Malbatên Şehîdan lê konê çalakiyê dabûn destpêkirin bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Li vir Cîgera Hevserokatiya Meclîsa Cîbcîkar a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û ev tişt gotin, "Em êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku di van demên dawî de bê navber berdewam dikin şermezar û lanet dikin. Weke her kes dizane, mîna vê rojê 25 sal berê tevahî hêzên hegemon ên Kapîtalîst xwestin netewa Kurd û Rêber Apo tesfiye bikin. Di 15 Sibata 1999’an de jî Rêber Apo ji aliyê hêzên hegemon dîl hate girtin. Rêber Apo li dijî êrîş û komploya navneteweyî berxwedanek bê hempa nîşan da. Îro li ser esasê ramanên Rêber Apo me pergala Neteweya Demokratîk ava kir. Pergala Neteweya Demokratîk îro ji aliyê hêzên dagirker ve rastî êrîşên dijwar tê. "

‘DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE TECRÎD LI DIJÎ NETEWEYA KURD E’

Xelîl, bal kişand ser tecrîda girankirî a li dijî Rêberê Gelê Kurd û wiha dewam kir, “Tecrîdeke dervî hiqûqê tê pêk anîn. Di vê mijarê de em bang li CPT’yê dikin ku, divê derbarê rewşa Rêber Apo de daxuyaniyek têrker bide. Tecrîda li dijî Rêber Apo tê wateya tecrîda li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çiyayên azad e. Em ê teqez bi ramanên Rêber Apo serkeftinê bi dest bixin.

Hevserokê Meclîsa Giştî a Partiya Sûriya Paşeroj Ferhan Hec Îsa jî ev tişt gotin, “Em ê ala yekîtiyê û berxwedanê li hemberî her dagirkeriyê hildin. Em silavên gerim ji Kobanê heta Îmraliyê ji Rêberê xwe re dişînin. Rêbertî 25 sal e li ber xwe dide û têdikoşe. Em ji her kesî re dibêjin; Rêbertî komplo bi berxwedaniya xwe têk bir."

Piştre meş bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan nabe” bi dawî bû.