Şêniyên Efrînê li dijî dorpêçê bi çandiniyê li ber xwe didin
Şêniyên Kantona Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker neçar man koçî herêma Şehbayê bibin, bi çandina kûlîlk û daran re, kamp veguherandine qadên jiyanê.
Şêniyên Kantona Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker neçar man koçî herêma Şehbayê bibin, bi çandina kûlîlk û daran re, kamp veguherandine qadên jiyanê.
Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê yên ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk neçar mabûn ji cih û warên xwe derên û li kampên Kantona Şehbeyê bi cih bibin, bi çandina dar, baxçe û kûlîlkan kamp veguherandin qadên jiyanê. Şêniyên ku di nava erdnîgariya xwezayiyek dewlemend de dijiyan, hewl didin cihên ku niha lê dijîn jî bi xwezayê dewlemend bikin.
LI DIJÎ DORPÊÇÊ ALTERNATÎVA JIYANÊ
Yek ji şêniyên navçeya Reco ya Efrînê ya li Kampa Serdem dijî diyar kir ku, ew di nava xwezayek dewlemend de mezin bûne û got, “Em ji xwezayê hez dikin, ji ber wê me li vir jî kûlîlk, dar û hêşînayî çandin. Dora wargehê me bi keda xwe şîn kir. Dema mirov ji tovên ku çandiye berhem digire, gelek kêfxweş dibe. Hîseke weke ku mirov zarokek xwedî bike, dide mirov. Ji bo em pêdiviyên xwe yên jiyanî li dijî dorpêç û ambargoyê pêk bînin, me li kampê li ber her konek darên fêkî, baxçeyên hêşînayî çandine.”
‘EM GELEK PÊDIVIYÊN XWE JI BAXÇE Û DARÊN KU ME ÇANDINE DIGIRIN’
Şamîran Murad a li Kampa Serdem jî wiha axivî, “Dema em hatin Şehbayê hemû der û ber weke çolê bû. Hêşînayî lê tune bû. Ji ber şer ev der jî gelek bandor bûbû. Bi qasî şert û mercên xwe me li kampê xebatê çandiniyê pêk anî. Her kes ji aliyê xwe ve tiştek çand. Em gelek pêdiviyên xwe ji baxçe û darên me çandine digirin.”
‘EV JÎ BERXWEDANEK E’
Erêf Bekir jî anî ziman ku, ew bi çandina dar û hêşînayiyan sebra xwe li Şehbayê tînin û wiha got, “Piştî em ji Efrînê derbasî herêma Şehbayê bûn, me bi destê xwe tovên daran û kûlîlkan çandin. Ji tunebûnê me hebûn çêkir. Dema av tune be, em ava xwe ya vexwarinê li baxçê dikin. Ev jî mirov dikare weke zimanê berxwedanê pênase bike.”