Şêniyên Efrîn û Til Rifat: Ji bilî berxwedanê ti rêyek din nemaye

Şêniyên Efrîn û Til Rifatê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “Ne dorpêça hikûmeta Şamê û ne jî êrîşên dagirkeriyê ya artêşa Tirk nikare vîna me bişkîne. Em ê li dijî êrîşan heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin.”

Êrîşên dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker bêyî navber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de herêma Şehba ya dorpêçkirî berdewam dike. Di encama êrîşan de berdêlên giran hatin dayîn, lê gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi helwesta xwe ya berxwedanê bersiveke xurt a dîrokî didin hêzên dagirker. 

Yek ji herêmên ku her roj rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê, herêma Şehbayê bi taybet navçeya Til Rfat, Şera û Şêrewa ye. Di encama êrîşan de bi dehan cih û baragehê hikûmeta Şamê hatin hedefgirtin, her wiha bi sedan top li koçberên Efrînê yên li navçeyên Şêrewa, Şera û Til Rifatê hatin barîn. Şêniyên li vê herêmê, destnîşan kirin ku ne dorpêça ku hikûmeta Şamê 6 sale li ser gel ferz dike û ne jî êrîşên qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker nikare vîna gel bişkîne û gotin ew ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin.

‘JI BILÎ BERXWEDANÊ TI RÊYEK ME YA DIN NEMA YE’

Sumeya El-Xetab a li Til Rifatê dijî, nerazîbûna xwe li dijî êrîşan wiha anî ziman, “Di van demên dawiyê de em dibînin ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de Şehba û navçeya Til Rifat jî heyî, êrîş berdewam in. Bi balafirên bêmirov û obusan êrîşê navçeya me dikin. Di encamê de sivîl û binesaziya herêmê hatin hedef girtin. Armanca van êrîşan qirkirineke civakî pêk anîne. Em dipirsin gelo wê heya kengî civaka navneteweyî çavê xwe li hemberî van êrîşan bigire? Li navçeya Til Rifatê ne tenê niştecihên wê bi xwe her wiha bi hezaran koçberên Efrînê lê dijîn. Ji ber wê em di wê hêviyê de ne ku çareseriyeke cidî ji rewşa van herêman were dîtin. Ji bilî berxwedanê ti rêyek me ya jiyanê nema ye. Em ê li ber xwe bidin.”

‘ALTERNATÎFA ME YA HERÎ SEREKE BERXWEDAN E’

Meryem Abdullrehman Omar yek ji koçberên Efrînê ya ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk neçar ma ji bo parastina xwe li Til Rifatê bijî got, “Ji dema dagirkerina Efrînê 6 sal in bê navber her roj em li vir rastî gef û êrîşan tên. Her roj ev herêm tên topbaran kirin. Dixwazin me bêzar bikin. Tevahî cîhan çavên xwe ji van êrîşên li dijî sivîlan girtiye. Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de komkujî pêk hatin. Lê kes dengê xwe dernaxe. Divê dewletên navneteweyî yên ku qala mafên mirovahiyê dikin, mudaxeleyê li vê rewşê bikin. Mafê mirovahî li vir bi awayekî eşkere tê binpêkirin. Jin û zarok maxdûrê van êrîşan e. Herêma Şehba di bin dorpêçek giran de ye. Ji ber wê yekser di warê tibî de mudaxele jî zehmet dibe. Em nikarin ji Şehbayê birîndaran ji bo dermankirinê bibin Helebê. Êrîş û dorpêçek giran li dijî herêmê pêk tê. Divê her kes zanibe, tevî vê zehmetiyê û van êrîşên giran jî me berxwedan hilbijartiye. Wê ti tiştek hêviyê me neşkîne. Li dijî dorpêç û êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk alternatîfa me ya herî sereke berxwedan e.”

‘DIVÊ GELÊ SÛRIYEYÊ JÎ LI BER ÊRÎŞÊN LI SER XAKA XWE RABE’

Nede Mihemed jî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dike hedef şermezar kir û wiha axivî, "Niha em li Til Rifatê her roj rastî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê tên. Her wiha nexweşxane û hemû dever têne bombekirin. Banga me ji tevahî civaka navneteweyî re ew e ku bikevin nava tevgerê û erkên xwe yên mirovî-exlaqî pêk bînin. Her wiha banga me ji bo gelê Sûriyeyê jî, ew e ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê derkevin û bi erka xwe ya niştimanî tevbigerin."