Şehîdên Îlonê li Hesekê hatin bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna şehîdên meha Îlonê merasîma bîranînê lidar xist.

Meclîsa Malbatên Şehîdan li Hesekê û navçeya Amûdê merasîma bîranîna şehîdên meha Îlonê yên di dem û salên cuda de şehîd bûbûn, lidar xist.

Li hola Reşo ya Hesekê bi beşdariya malbatên şehîdanû endamên saziyên sivîl û leşkerî merasîma 116 şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Xelîl Moro axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdan û fedakariyên wan ên di oxira jiyaneke birûmet û azad de canê xwe daye, ditewînin."

Moro wiha domand: "Em ê heta dawiya nefesa xwe li ser rêça şehîdan bin, hêvî û armancên wan û serkeftinê pêk bînin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Melcîsa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê wiha got: "Berxwedana ku şehîdan raber kiriye pir mezin e û em pê serbilind in. Ji ber wan parastina gel û xaka xwe kir."

Dêrsim Hesekê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê di oxira azadiya gelê xwe û rizgarkirina xaka xwe de canê xwe bidin û parastina destkeftiyên şoreşa xwe bikin."

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekê li ser şehîdan û dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Li Amûdê jî li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) merasîma bîranîna 21 şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de xelkê navçeyê û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, PYD′ê, Kongra Star, nûnerên sazî, meclîsên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ziyor Şêxo behsa nirxên şehîd û şehadetê kir, fedakarî û rolên şehîdan ên parastina ewlehî û îstîqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Şêxo wiha domand: "Gelê Kurd rastî gelek siyasetên dijber û komkujiyan hat, lê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me karî li hember vê bisekinin."

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser nirxandina şehîd Rustem Cûdî ji felsefeya neteweya demokratîk re û wêneyên 21 şehîdan hate pêşkêşkirin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.