Şehîd Ferhat Şiblî bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê şehîd Ferhat Şiblî bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Ferhat Şiblî bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin. Bi deh hezaran welatî ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD, QSD, YPG,YPJ, nûnerên partiyên Kurdî, Erebî, Suryanî, Ermenî, kesayetên welatparêz, rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb, Suryan û dayikên şehîdan ji bo wergirtina cenazeya şehîd Ferhad Şiblî li ber Nexweşxaneya Dêrikê li hev kom bûn. Darbesta şehîd Ferhad bi ala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gulan hat xemilandin.

Dema cenaze ji Nexweşxaneya Dêrikê derket, karwanê welatiyan dirûşmeyên “Şehîd namirin û mirin ji xayin û sîxuran re“ berz kirin. Karwan li nava kolanên Dêrikê geriya, li kolanan şîn hebû û hemû dikanên li nava bazar û kolanan hatibûn girtin.

Li Goristana Şehîd Xebat Dêrik, deqeyeke rêz hat girtin, piştre hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl axivî. Selma Xelîl anî ziman ku şehîd Ferhad ji malbateke welatparêz e, 30 salan li nava refên şoreşê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê têkoşîn kiriye. Xelîl diyar kir ku malbatên şehîdan dê têkoşîna xwe dewam bikin û bêdeng namînin. Xelîl, di dawiya axaftina xwe de banga parastina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN‘

Piştre endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl axivî û got: "Me soza dewamkirina têkoşînê daye, şehîd Ferhad zû bar kir, lê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Şehîd Ferhad li ser şopa şehîd Hisên Şawîş û birayê xwe Îsam meşiya. Li her derê têkoşîn kir, 29 sal ji temenê xwe xiste xizmeta doza şoreşgerî. Weke şehîd Ferhad got, em ê bi ser bikevin."^

‘BI HEZARAN FERHADAN HENE‘

Di berdewama axaftina xwe de Xelîl got ku em ji dijminan re dibêjin, Ferhadek çû bi hezaran Ferhad hene, ev girse hemû Ferhad in, em ji dijiminan re dibêjin, hûn ê poşman bibin ji ber ku hûn dijminatiye gelekî têkoşer dikin. Xelîl diyar kir ku dijmin li dijî çiyayên Kurdistanê êrşan pêk tîne û got: "Erdogan got ew ê 30 km derbasî Sûriyê bibe, lê ew ê ranewest e, çareseriya guncaw bihêzkirina rêxistina civakî ye."

'DIJMIN JI BO TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE KESÊN WEKÎ FERHAT DIKE HEDEF'

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûtiyê Ebid Hamid El Mihebaş jî sersaxî ji malbata şehîd Ferhad û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re  xwest û got ku şehîd Ferhad mînak bû. El Mihebaş diyar kir ku rejîma Tirkiyê têkçûye û rastî gelek kirîzan tê û ji bo rastiyên xwe veşêre û xwe weke serkeftî nîşan bide kesên weke Ferhat dike hedef.

El Mihbaş, bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku destwerdan bikin û dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bînin.

'ŞEHÎD FERHAT FELSEFEYA JIYANA AZAD DAMEZRAND'

Piştre berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd axivî û got: "Îro em têkoşerekî azad bi rê dikin, em navê wî di dîrokê de tomar dikin, me tu carî Ferhat Şiblî bê moral nedît, her dem têkoşer bû. Şehîd Ferhad felsefeya jiyana azad damezrand, şehîd Ferhad di giyanê me de sax e."

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku şehîd Ferhad ji damezrînerê hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û got:"Dijmin têkoşerên gel, welatparêz, rewşenbîr, siyasetmedar û her kesê xizmeta gel dike, dikin hedef."

'EM Ê TOLA ŞEHÎD FERHAD HILÎNIN'

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dijminan rawestin û têkoşînê xurt bikin û got: "Hêzên leşkerî amade ne tola şehîd Ferhat hildin, em şerê azadiyê dikin, şerê seferberiyê, em xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin."

Paşê belgeya şehadetê hat xwendin û radestî dayika şehîd Şêrîn hat kirin. Dayika şehîd Ferhd got: "Ez spasiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikim ên bi hezaran km qut kirine û li vir amade ne. Em teqez dikin ku em ê têkoşînê dewam bikin, Ferhadek şehîd bû bi hezaran Ferhat hene."

Dayika şehîd Ferhat got: "Dema cenaze gihişte deriyê sînor, min got kurê min bînin welat bila bê li nava hezkirî û hevalên xwe."

Cenazeya şehîd Ferhat li ser milan hat rakirin û li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.