Şehîd Şahîn Amed li Dêrikê hate veşartin

Ji fermandarên YPG'ê Şahîn Amed li Şehîdgeha Şehîd Xebat a li Dêrikê bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan niştecihên herêma Dêrikê cenazeyê fermandarê YPG' Mihemed Balcik (Şahîd Amed) ê 11' Tîrmehê di encma krîza dil de li bajarê Hesekê şehîd bibû bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Xebat Dêrikê spartin axê. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya gerîlayê HPG'ê Îsamîl Elî (Welat Agir) ê ku li Heftanînê şehîd bibû eşkere kir.

Şêniyan cenazeyê şehîdê YPG'ê Şahîd Amed ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi kerwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk dihat, li gel diruşmeyên "Şehîd namirin" ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve çûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji fermandarên YPG'ê Serhed Botan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd Şahîn di nav hevalên xwe de nimuneya fedekarî û rihê hevaltiyê bû. Tevî tenduristiya xwe ya ne baş kêliyekê ji karê xwe nesekinî ta gihişt asta şehadetê."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubyed jî cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Di merasîmê de ji rêveberên PYD'ê Seyîd Dêrsim jî ev tişt got: "Em xwediyê vê axê ne. Berdêl xwîna me be jî em dest ji mafên xwe bernadin."

Piştre nasmaneyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin.

Bavê şehîd Welat Agirî, Remdan Elî got, şehîdan erkên xwe bi rêk û pêk bi cih anîn, di vê pêvajoya hestiyar de ku Kurdistanê bi giştî tê re derbas dibe ji hemûyan tê xwestin yekitiya xwe ava bikin.

Bi rêya telefonê jî birayê şehîd Şahîn û dayika wî beşdarî merasîmê bûn, ku spasiya xelkê Rojava kirin ji ber bi erkên xwe rabûn û gotin: "Şahîn kurê Rojava ye, ji ber ku ser xaka wê ji bo parastina azadiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bû."

Di dawiya merasîmê de hevrên şehîd Şehîn cenazeyê wî hilgirtin ser milê xwe û bi tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.