Kurdên Êzidî li xaka kevnar a Kurdan li Efrînê bi hezaran sal in hene. Lê belê bi dagirkeriya Osmanî û Erebên Misilman re mîna li qadeke berfireh a Kurdistanê hate kirin, li Efrînê jî Misilmantî li ser Êzidiyan hate ferzkirin, ferman li wan hate rakirin.
Sala 1930'î li Efrînê 58 gundên Êzidiyan hebûn ku derdora 75 hezar Kurdên Êzidî lê bûn. Lê sala 2011'an li Efrînê tenê 22 gundên Êzidiyan man û nifûsa wan jî daket 25-30 hezar kesî.
Sala 1946'an bi dewleta Sûriyeyê û sala 1963'an jî bi rejîma Baas re polîtîkaya Misilmankirinê dewam kir. Êzidiyên li Efrînê di destpêka salên 1990'î de bi perspektîfên Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwe bi rêxistin kirin û çanda xwe parastin. Hîn di destpêkê de Êzidî tevlî her qadên Şoreşa Rojava bûn û kedeke mezin dan. Bi atmosfera azad a rêveberiya xweser û şoreşê re, bi peymana civakî re bi rengekî azad bi baweriya xwe jiyan. Lê belê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re di Cotmeha 2012'an de yên ku li Efrînê bûn hedefa destpêkê ya dewleta Tirk û çeteyên wê, dîsa jî Êzidî bûn.
KURDÊN ÊZIDÎ YÊN LI EFRÎN A KEVNAR
Efrîn ku di herikîna dîrokê de yek ji warê Kurdan ê kevnar e, di heman demê de xaka kevnar a Êzidiyan e, ku Êzidî civaka herî kevn a Kurd e. Li Efrînê gelek bermahî û avahiyên dîrokî yên heta serdema 1200 salî ya Beriya Zayinê heye, ku ji serdema proto Kurd Hûrrî û Mîtanniyan mane. Dîroka herêmê dîroka Kurdên Êzidî ye. Dema ku dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de bi balafiran dest bi êrişa dagirkeriyê kir, li Eyn Dara ya 3000 salî qarê pîroz ê Êzidiyan hate teqandin.
Li warê kevnar ê Kurdan li Efrînê, beriya dagirkeriya Asûr heta sala 300'î ya Piştî Zayînê di bin hukmê Med û Persan de bû. Heta dagirkeriya Skender a li herêmê, heta sala 636'an a Piştî Zayînê di bin dagirkeriya Makedonya, Roma û Bîzansan, di sala 637'an a Piştî Zayînê jî kete bin dagirkeriya Emmewî, Eyyûbî, Abbasî û Memlûkiyan ku 1000 salî bajar di bin dagirkeriya wan de ma. Ji sala 1607'an heta 1918'an Efrîn di bin dagirkeriya Osmanî da ma, lê tevî vê yekê jî hebûna Kurdîtiyê parast. Lê belê piştî ku piraniya nifûsa wê kirin Misilman, hejmara Êzidiyan lê kêm bû.
Dewleta Harûn Reşît ku yekem komkujiya Êzidiyan kir Abbasî û Împaratoriya Osmanî ku ji piraniya fermanên li ser Êzidiyan rabû berpirsyar e, li Efrînê demeke dirêj bûn xwedî hikum û ferman li Êzidiyan rakirin.
Li gorî çavkaniyên devkî, Osmanî di pêvajoya şerê cîhanê yê 1'emîn de di serî de Êzidî Kurd weke leşker şandiye Eniye Yemenê û ciwanên Kurd ên ji gundên Êzidiyan yên mîna Basûfanê şandine Yemenê, yek ji wan jî nekariye vegerin.
DEWLETA SÛRIYEYÊ JÎ HEWL DA ÊZIDIYAN BIKE MISILMAN
Sûriye ku sala 1922'an kete bin hukmê Fransiyan, di sala 1946'an de ji Fransayê serbixwe bû. Lê belê mîna li temamiya xaka Rojavayê Kurdistanê, li Efrînê jî di serî de Êzidî hebûn û mafên Kurdan nehatin naskirin. Bi taybetî sala 1963'an piştî ku Partiya Baas bû desthilatdar, li dijî Kurdan polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê hate meşandin ku Kurdên Êzidî ji vê polîtîkayê para xwe wergirt. Mîna Kurdan hemûyan Êzidî jî ketin nava pirsgirêkên civakî, çandî, aborî û ewlehiyê.
Rêveberiya Baasê ku cejnên neteweyî û zimanê Kurdî qedexe kir, her wiha pîrozkirina cejnên olî yên Êzidiyan jî qedexe kir. Bi îdîayên bêbingeh ên mîna 'çalakiyên terorîstî yên ku xaka Sûriyeyê parçe dike û gefê li ewlehiya neteweyî ya Sûriyeyê dixwe' bi neheqî hatin girtin.
Di dema dewleta Sûriyeyê de Êzidiyatî ti carî weke olekî serbixwe nehate qebûlkirin. Beriya desthilatdariya rejîma Baasê ya Sûriyeyê li nasnameya Êzidiyan 'Yezîdî' dihate nivîsandin, lê belê 'Yezîdî' weke mezhebeke Misilmantiyê dihate pênasekirin. Lê belê bi desthilatdariya rejîma Baasê re ji bo Êzidî bi zorê bibin Misilman, li nasnameya gelek ji wan Misilman hate nivîsandin. Êzidiyên ku li ber vê yekê rabûn, ji mîrate, zewacê û kar bêpar hatin hiştin û bi vî rengî zext li wan hate kirin ku bibin Misilman. Yên ku ev rewş qebûl nekirin û red kirin, ji hemû mafên welatîbûnê bêpar hatin hiştin.
DI DEMA BAASÊ DE JI 58 GUNDÊN LI EFRÎNÊ TENÊ 21 GUNDÊN ÊZIDIYAN MAN
Di serî de rejîma Baas ji ber polîtîkayên înkar, zext û asîmîlasyonê yên dewleta Sûriyeyê, beşek ji Êzidiyan ji Sûriyeyê koçî Ewropayê kirin, gelek ji wan jî bi zorê bûn Misilman. Beriya Baasê li herêmên Hesekê, Amûdê, Serêkaniyê, Efrînê yên Rojava nifûsa Êzidiyan gelek bû. Lê ber bi sala 2011'an ve nifûsa herî zêde ya Êzidiyan li Efrînê ma.
Polîtîkaya rejîma Baasê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ya Misilmankirinê, her wiha polîtîkaya hêzên navneteweyî ya qutkirina Kurdan ji xaka wan û koçberkirina wan ber bi Ewropayê ve, herî zêde bandor li Êzidiyên li Efrînê kir. Sala 1930'î li Efrînê 58 gundên Êzidiyan hebûn ku derdora 75 hezar Kurdên Êzidî lê bûn. Lê sala 2011'an li Efrînê tenê 21 gundên Êzidiyan man û nifûsa wan jî daket 30-35 hezar kesî.
'BÊYÎ KU JI ME BIPIRSIN OLA ME WEKE ÎSLAM QEYD DIKIRIN'
Yek ji Êzidiyên Efrînî Gulê Cafer anî ziman ku desthilatdariya Baasê bêyî ku Êzidî pê bihesin li nifûsê ew weke Misilman dinivîsand û got, "Di dema dewletê de gelek zext li me dihate kirin. Berê di nifûsê de em weke Yezîdî dihatin nivîsandin. Dema ku wê zewac çêbibûya me serî li daîreya nifûsê dida. Ji me re digotin, 'Ev zewac çênabe, yek ji jin û mêr Êzidî ye, yek jî Misilman e'. Me jî digot, 'Çawa dibe? Hem keça me hem jî kurê me Êzidî ne. We li gel xwe weke Misilman qeyd kirine'. Lê belê qebûl nedikirin û heta ku herdu jî weke Misilman nehatibûya nivîsandin nikarîbûn bizewiciya."
'MAMOSTEYÊN REJÎMÊ HEWL DIDAN ÊZIDIYAN BIKIN MISILMAN'
Gulê Cafer ragihand ku di dema rejîma Baasê de dewletê hewl dida di navbera Kurdên Misilman û Kurdên Êzidî de nakokiyan biafirîne û got, "Ji sedî 98 nifûsa Efrînê Kurd e. Ji aliyê avanî ve civakeke nerm a ji cihêrengiyan e. li Efrînê di navbera Kurdên Êzidî, Elewî, Misilman de nakokî zêde tune bûn. Lê belê li dibistanên dewletê bi rêya mamosteyên rejîmê di navbera xwendekaran de nakokî dihate afirandin. Mînak, sala 1970'î em ji gund dihatin Efrînê ji bo xwendinê. Weke xwendekarên Êzidî li dibistanê me gelek zor û zehmetî didît. Mamosteyan gelek polîtîkayên qirêj dimeşandin ji bo em dest ji Êzidiyatiyê berdin û bibin Misilman. Mînak, mamosteyan zanîbûn ku em Êzidî peyva ş.yt.n bi kar nînin û nerazîbûnê nîşan didin. Lê belê dema ku em diketin polê ji bo karibin bixwînin, teqez digotin ku divê hûn wê gotinê bêjin. Yên ku nedixwestin bêjin, timî zexteke giran li wan dihate kirin.
Sala 1975'an li dibistanê bi me xwendekarên keç ên Êzidî re civîn kirin. Ji me pirsîn ku 'pêxemberê we kî ye?' Hevaleke me bi navê Fatma hebû, bersiv da û got 'Melekî Tawiz'. Mamoste jî heqaret kir, li hevala me xist. Piştre jî timî bala mamoste li ser me xwendekarên Êzidî bû. Hewl dida serê me binixumîne. Mamosteyan welê kirin ku xwendekarên din jî êdî bi çavê kafir li me dinihêrîn."
'KIRYARÊN ŞEXSÎ NEBÛ, POLÎTÎKAYA DEWLETÊ BÛ'
Gulê Cafer diyar kir ku gelek pirsgirêkên bi vî rengî li daîreyên dewletê û dibistanan derketin pêşiya Êzidiyan û destnîşan kir ku ev kiryarên şexsî nebûn, lê belê polîtîkaya dewletê bû.
Gulê Cafer anî ziman ku ji ber van polîtîka û zextê gelek Êzidî kirin Misilman an jî gelek ji wan neçar man koçî Ewropayê bikin û wiha dewam kir, "Bi vê zextê hewl dan zarokên me bikin Misilman. Ev jî bi zorê li me ferz dikir. Mînak, dema ku em diçin polekê yan jî dibistaneke cuda, gava ku pirsa 'Hûn ji ku ne?' dikirin, tevî ku em ji gundê Basûfanê yê Êzidiyan bûn, ji bo neyê fêhmkirin me digot 'Em ji Basûteyê ne'. Ji ber ku li Basûteyê Kurdên Misilman hebû."
'ÊZIDIYAN DESTPÊKÊ BI RÊBER OCALAN XWE BI RÊXISTIN KIRIN'
Mîna li tevahiya Rojavayê Kurdistanê li Efrînê jî di parastina hebûn, çand û ola Êzidiyan de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd mezin e. Milîtanên Tevgera Azadiyê di nava salên 1980'î de li Efrîn û Helebê dest bi kar kirin. Gelek Kurdên Êzidî yên Efrînî di vê demê de PKK nas kirin û tevlî karê eniyê bûn. Her wiha ji Êzidiyan gelek kes tevlî nava refên gerîla bûn. Hin Êzidiyên Efrînî sala 1990'î li Helebê Rêberê Gleê Kurd Abdullah Ocalan nas kirin û bi saya perspektîfên wî bi dizî xwe bi rêxistin kirin. Êzidiyên Efrînî ji vê gotina Ocalan hêz wergirt: 'Êzidiyatî tune bibe wê Kurdîtî jî tune bibe. Çand û hebûna xwe biparêzin'. Êdî li mala xwe dest bi perwerdeya olî û rêxistiniya civakî kirin.
Êzidiyên Efrînî sala 1994'an ji ber zextên rejîma Baasê bi dizî li navenda Helebê komîteyek ava kirin. Ev yek li tevahiya Rojavayê Kurdistanê rêxistiniya destpêkê ya Kurdên Êzidî bû. Vê komîteyê karê lêkolînkirina Êzidiyatiyê, perwerdeyên olî û rêxistiniya civakî meşand. Sîxurên rejîma Baas ên bi vê komîteyê hesiyan hewl dan kontrol bikin. Li ser endamên komîteyê zext hate zêdekirin û hatin girtin. Lê belê rêxistiniya Êzidiyan dewam kir. Êzidiyên ku berê li mala xwe cejna olî 'Çarşema Sor' pîroz dikirin, bi sala 2003'an re êdî li gel zext û qedexeyên rejîmê jî bi rengekî li kevneşopiya xwe bê, bi rengekî girseyî pîroz kirin.
Sala 2008'an li Helebê bi tevlîbûna nûnerên Êzidî yên Cizîrê Komeleya Êzidiyan a Rojava û Sûriyeyê bi rengekî veşartî ava bû. Heta sala 2011'an karê xwe bi rengekî veşartî meşand. Ciwanên Êzidî yên Efrînî ku piştî sala 1990'î bi Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê nas kirin, tevlî nava refên gerîlayên PKK'ê bûn, hin ji wan jî şehîd bûn.
ŞOREŞA ROJAVA Û ÊZIDIYÊN EFRÎNÎ
Kurdên Êzidî bi salên 1990'î re bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi rêxistinbûnê kirin. Di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a sala 2004'an ava bû û di nava Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a sala 2011'an ava bû, di nava komun û meclîsên wan de cih girtin.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Êzidiyan li xaka Efrînê, li Rojava bi rengekî azad dest bi rêxistiniya xwe kirin. Yên ku tevlî vê komeleyê bûn Êzidiyên ji Efrînê û Helebê bûn. Sala 2012'an bi atmosfera azad a Şoreşa Rojava re li gundê Basûfanê yê Şêrawa yê Efrînê dibistanek ava bû ku perwedeya Êzidiyatiyê bide.
Komeleya Êzidiyên Rojava û Sûriyeyê sala 2013'an konferansa xwe ya destpêkê li dar xistin û biryar dan ku têkoşîna xwe bi navê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê dewam bike. 6'ê Hezîrana 2013'an li Efrînê navendeke Yekîtiya Êzidiyan kete meriyetê. Ji hingî ve li vê navendê Êzidiyên Efrînê karên xwe yên rêxistinî, olî û civakî dimeşînin. Di heman demê de li herêma Cizîrê ya Rojava jî malên Êzidiyan ava bûn.
Komeleyê di navbera salên 2013 û 2014'an de dest bi perwerdekirina mamosteyan kir ku karibe li dibistanan xwendekaran ji aliyê baweriya wan ve perwerde bikin. Pirtûkên ji Laleşê hatin anîn wergerandin Kurdî û Êzidiyên Efrînî yekemcar ola xwe bi zimanê xwe hînî zarokên xwe kirin.
RÊVEBERIYA XWESER ÊZIDIYATÎ Û MAFÊN WAN HEMÛ NAS KIR
Di Çileya 2014'an de li herêmên Cizîr, Efrîn û Kobanê yên Rojava rêveberiya xweser hate ragihandin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava xala 33'an a peymana civakî bi temamî ji Êzidiyan re veqetand.
Mîna li kantonan hemûyan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê de jî bi xala 33'an a Peymana Civakî ya Rojava re Êzidiyatî weke olekî serbixwe hate naskirin. Êzidiyan ji bo karibin rêxistinî û mafên xwe yên civakî, çandî û olî bi pêş ve bibin û biparêzin tevlî nava peymana civakî bûn.
Sala 2014'an dema ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê ava bû, Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve, Alîkarên Serokê Desteya Karên Olî Êzidî bûn û Êzidî li van desteyan hatin temsîlkirin. Her wiha di Meclîsa Qanûndanînê de 2 nûnerên Êzidiyan hebûn.
Êzidî ji sala 2014'an û pê ve êdî bi rengekî fermî li dibistanên li gundên Êzidiyan hefteyê rojekê perwerdeya xwe ya olî kirin. Ne tenê li gundên Êzidiyan, li hemû dibistanên ku xwendekarên Êzidî lê bûn perwerdeya xwe kirin. Rêveberiya Xweser cejn û rojên pîroz ên Kurdên Êzidî bi çalakiyan pîroz kir.
Êzidiyên Efrînê sala 2014'an kongreya Komeleya Êzidiyên Rojava û Sûriyeyê pêk anî û navê xwe kir Yekîtiya Êzidiyên Efrînê, di bin sîwana wê de jî 9 komîteyên jinê, aborî, civakî, ciwanan û hwd. ava kirin. Jinên Êzidî yên Efrînî ku berê di bin sîwana Yekîtiya Êzidiyan de di nava komîteya jinê de bûn, di 19'ê Hezîrana 2016'an de kongreya xwe ya destpêkê çêkirin û Yekîtiya Jinên Êzidî ya Efrînê ava kirin. Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Efrînê ji ber dagirkeriya li Efrînê niha li Şehbayê kar û rêxistiniya xwe dikin.
ÊRIŞA DESTPÊKÊ YA LI DIJÎ ŞOREŞA ROJAVA LI HEMBERÎ GUNDÊN ÊZIDIYAN HATE KIRIN
Êzidiyan bi sala 2011'an re cihê xwe di nava hêzên parastinê yên Rojava de jî girtin. Ciwanên Êzidî tevî Yekîneyên Xweparastinê bûn ku yekemîn Hêza parastinê ya li Rojava bû û piştre jî di nava refên YPG û YPJ'ê de Efrîn parastin. Di avakirina Asayîşa Efrînê de jî rola Êzidiyan heye.
Piştî ku Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê dest pê kir çeteyên OSO yên dewleta Tirk dest bi êrişên li ser gundên Êzidiyan ên li Efrînê kirin. Di Cotmeha 2012'an de koma çete ya bi navê Asîfet Şîmal ku ji aliyê sîxurekî dewleta Tirk Omer Dadîgî ve hate avakirin, ji Ezazê êrişî gundê Kastel Cîndo kir ku gundekî Êzidiyan ê li navçeya Şerayê ye. Ev yek êrişa destpêkê ya li ser Şoreşa Rojava, li ser Efrînê bû. Çeteyan heman piştî vî gundî êrişî 2 gundên Êzidiyan Qitme û Êlî Qina kirin. Li vê herêmê hêzên (YXK) berxwedaneke mezin nîşan dan. Êriş sala 2013'an jî nesekinînin. Koma çete ya Oso ya dewleta Tirk û Cephet El Nûsra tevlî van êrişan bûn. Sala 2013'an 21 komên çete yên dewleta Tirk bûn yek û li Şehbayê êrişî Cephet El Ekrad kirin, êrişî gundên Êzidiyan ên li navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin. Di van êrişan de hin Êzidî hatin revandin û gundê Êlî Qino û gelek gundên Êzidiyan hatin dagirkirin. Sala 2013'an û piştre, komên çete yên dewleta Tirk ji Ezazê êrişî gundê Kastel Cîndo yê Şerayê û gelek gundên Êzidiyan ên li Şera û Şêrawayê kirin. Sala 2013'an 21 komên çete yên dewleta Tirk belavokek bi sernavê 'Xwîn û mala kafiran helal e' belav kirin û êrişî gundên Êzidiyan ên li Şêrawayê kirin.
Ji sala 2012'an û pê ve gelek Êzidiyên li van gundan ji ber êrişên çeteyan koçî Çiyayê Parse Xatûn û navenda bajarê Efrînê kirin. YXK'ê û piştre jî YPG û YPJ'ê bi berxwedaneke destanî ya li dijî van êrişan gundên Êzidiyan parastin.
Şehîda destpêkê ya Êzidî ya Efrînî li nava Şoreşa Rojava Mehe Enwe Sîdo (Zenda) li nava refên YPG'ê di dema êrişa çeteyan a li ser gundên Êzidiyan de şehîd bû. Mehe Enwe Sîdo ku jineke Êzidî bû li nava refên YPG'ê di 27'ê Tîrmeha 2013'an de li Şêrawayê şehîd bû.