Êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên jiyanê dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên jiyanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên jiyanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên jiyanê û binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Êrişên ku doh êvarê hatin kirin bi vî rengî ne:
DÊRIK
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li navenda asayîşê ya li gundê Koçeratê ya li navçeya Dêrikê barandin. Gelek kes birîndar bûn. Ji bo birîndarên rakirin nexweşxaneyê anonsa lezgîn a ji bo xwînê hate kirin.
Balafirên şer her wiha bombe li bîreke petrolê ya li gundê Teqil Beqil ê li navçeya Dêrikê barandin.
EYN ÎSA
Artêşa Tirk a dagirker bombe li navenda navçeya Eyhn Îsayê û rêya bejahî ya M4 barand.
TIRBESPIYÊ
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li stasyona gazê ya Ewda û Girdahol a li rojhilatê Tirbespiyê barand. Li stasyona gazê ya Ewdayê Wasil Hesel El Mihemed ê 60 salî birîndar bû.
TIL TEMIR
Gundên Til Tawil, Tawîlê û Gozeliyê yên li rojavayê Til Temirê, her wiha gundê Dirdara yê li bakurê navçeyê bi çekên giran hatin bombekirin.
KOBANÊ
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Şiîr û Xurxurî yên li rojavayê Kobanê, gundên Goran û Xerbîsan ên li rojhilatê bajêr bi çekên giran bombe kir.
MINBIC
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Seyade û El Cat ên li bakurê Minbicê barand.
ŞEHBA
Dewleta Tirk û çeteyên wê navçeya Til Rifet, gundên Şêx Îsa, Eyn Deqnê û Belûniyê yên herêma Şehbayê û Balafirgeha Minixê bombe kir.
AMÛDÊ
Gundên Çoldara, Hermî û Şêxo yên navçeya Amûdê hatin bombekirin.
HESEKÊ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Zirganê ya Hesekê, gundên Til Hirmil, Esediye, Mişêrfe, Zorava, Til Cehan, Rotan, Zigran û Rabîatê bombe kirin.