Êrîşên dagirkeriyê li Kobanê hatin protestokirin

Xelkê Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Bi sedan xelkê kantona Kobanê li ser banga yekitiyên girêdayî saziyên civaka sivîl a kantonê meşek li dar xist û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Endamên yekitiyên tenduristî, bazirganî û pevguherîna pereyan ên li Kobanê beşdarî meşê bûn û ber bi da Qada Jina Azad ve meşiyan.

Girseyê wêneyên şehîdan û pankartên “Em banga qedexeya qada hewayî dikin”, “Vîna me ji terora we bi hêztir e”, “Êdî bes ji qetilkirina gelê Kurd re” hildan.

Li Qada Jina Azad mîtîngek li dar ket û li vir şêx Nebî Hemê li ser navê xelkê bajêr û saziyên civaka sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Eger êrîşên dagirkeriyê û sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker didomîne, li qad anavneteweyî hesap jê neyê xwestin, ev tê wê wateyê ku civaka navneteweyî hevkarê dewleta Tirk e.”

Hat gotin ku siyaseta dewleta Tirk dimeşîne, encama “kîna wê ya kûr li hember pêkhateyên herêmê” ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk “çavkaniya terorê” ye û bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hember êrişan bisekinin. Her wiha Bang li nîştimanperwerên Sûriyeyê jî hat kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin û ji tevahî axa Sûriyeyê derxin.

Çalakî bi dirûşmê “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.