Êrîşên dagirkeriyê dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin. Dagirker cih û warên sivîlan dikin hedef.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin. Dagirker cih û warên sivîlan dikin hedef.
Dewleta Tirk a dagirker, pompa avê ya gundê Hîşê yê li rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bi obûsan bombe kir. Di encamê de zirarên mezin li pompê bûn û bi dehan gund bê av mane.
Her wiha stasyona veguhestina avê li gundê El-Fetîsa yê rojhilatê Eyn Îsa û gundê Mişêrfê ji aliyê dagirkeran ve hatibû bombebarankirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dîkanê yê navçeya Sirîn a Kobanê jî bombebaran kirin.
Dîsa dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Qibûr Qerajina û Dirdara yên Til Temir û gundên Ribet ên Zirganê bi dijwarî bombebaran dikin.