Çeteyên li Îdlib û Efrînê sewqî Girê Spî kirin

Dewleta Tirk a dagirker 200 çeteyên ji Cerablûsê birin sînorê Girê Spî yê Bakurê Sûriyeyê.

Hêzên Tirk ên dagirker ji 28’ê Cotmehê ve êrîşî gundên Girê Spî û Kobanê dikin, çeteyên DAÎŞ û El Nûsra ku dibin navê Ahrar Şam de komkirî li sînor bicih dike.

Li gorî agahiyên ANF’ê ji çavkaniyên bi ewle girtî, gelek çeteyên ku li Îdlib, Şehba û Efrînê hatine  komkirin ji bo êrîşa li dijî Girê Spî 1’ê Mijdara 2018’an ji sînorê Cerablûsê anîn Tirkiyeyê.

Çavkaniyan diyar kirin ku çete heman rojê di navbera seat 17-18’an de ji deriyê sînor bi wesayît û çekên xwe derbasî Tirkiyeyê bûne.

Çavkaniyan ragihandin ku di nava çeteyan de ku  ji bo amadekariya şerekî li dijî Girê Spî derbasî Tirkiyeyê bûne, çeteyên DAÎŞ û El Nûsra jî hene, ku di lîsteya terorê ya navnetewî de cih digrin hene. Tirkiye ji bo van çeteyan rewa nîşan bide dibin navê ‘Tevgera Ahrar Şam’ de ew kom kirine û cilên wan li xwe kirine.

Hinek çavkaniyan diyar kir ku 200 çeteyên Ahrar Şam li Rihayê hatine bicihkirin û ev çete wê li xeta sînorê Girê Spî werin erkdarkirin.

ÇETEYÊN KU JI ÎDLIB, EFRÎN Û ŞEHBAYÊ HATINE KOMKIRIN

Çavkaniyên ku agahî dane ANF’ê ragihandin ku Tirkiye piraniya çeteyan ji Îdlib, Efrîn û xaka Şehbayê anîne û endamên El Nûsra û DAÎŞ ya El Kaîdeyê ne.

Dewleta Tirk ji şerê Sûriyeyê ve destpêkê bi Birayên Misilman, piştre El Nûsra û çeteyên DAÎŞ’ê bikaranîn û şerê wekaletê domand.

Ev çete destpêka Şoreşa Rojava beriya demekê êrîşê herêmên Cizîre, Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê yên Rojava kirin. Sala 2014’an dema Girê Spî û Cerablûs hatin dagirkirin dewleta Tirk ji bo çeteyan deriyên fermî vekir. Di dema Berxwedana Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê de gelek caran hevkariya dewleta Tirk a bi çeteyan re bi dîmen û belgeyan hate nîşandan.

Dîsa piştî serketina Minbicê dewleta Tirk a ku zanî dawiya DAÎŞ’ê hatiye 24’ê Tebaxa 2016’an bi navê ‘şerê li dijî DAÎŞ’ê ji Cerablûs heta Şehbayê tevgera dagirkeriyê da destpêkirin. Piştî demekê diyar bu ku çeteyên DAÎŞ’ê cilên xwe guhertin û rihên xwe jêkirin beşdarî Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) bûn. Dewleta Tirk di pêvajoya dagirkirina Efrînê de jî çeteyên DAÎŞ’ê yên dibin banê ‘OSO’ de bikaranîbûn.

DI NAVA WAN DE EL NÛSRA JÎ HEBÛN

Li aliyê din piştî havîna 2018’an Rûsya, rejîm û Îranê operasyona li dijî Îdlibê xistin rojevê 31’ê Tebaxa 2018’an Heyet Tahrî Şam (HTŞ-navê berê Eniya El Nûsra) xist nava lîsteya terorê. Li gorî peyama 17’ê Îlonê ya li Soçî ya bi Rûsyayê re çete wê çekên xwe danîn û ji bo tasfiyeya çeteyên rad3ikal Tirkiye hatibû erkdarkirin.

Dewleta Tirk çeteyên xwe yên girêdayî Heyet Tahrîr Şam 18’ê Îlonê derbasî Efrînê kir. Di vê dîrokê de 400 çeteyên HTŞ’ê ji Îdlibê beşek derbasî Efrînê û beşek derbsî Cindirêsê hatin kirin û beşek din jî li navenda Efrînê di nava komên ‘OSO’ de hatin parvekirin. 65 HTŞ di rêveberiya Ebû Omer Elşemî de li gundê Qibarê bi çeteyên Feylaq Elrahman ve hatin girêdan. Çavkaniyên diyar kirin ku beşek ji van çeteyan di nava çeteyên ku sewqî Riha ya beramberî Girê Spî hatin kirin de cih digrin.