Çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin, cebilxane hate bidestxistin

Di roja duyemîn a pêngava şervanên QSD’ê de li bajaroka Şihel a Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin, cebilxaneya DAÎŞ’ê hate desteserkirin.

Qonaxa duyemîn a pêngava ku QSD’ê dabû destpêkirin di roja 2’an de didome.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya pêngavê de li bajaroka Şihelê ya li rojhilatê Dêrazorrê depoya çekan a çeteyên DAÎŞ’ê desteser kir.

Di depoyê de 2 hezar gulleyên hawanê, 20 teqemenî, kaleşnîkof û fîşekên wê û 5 telefon hatin bidestxistin.

Şervanan di operasyonan de çeteyekî DAÎŞ’ê jî girtin.

Li gorî fermandarên QSD’ê yên li qadê kesê hatiye girtin dibe ku serçeteyê DAÎŞ’ê be.