Nivîskarê Misrî Îlham Melîcî ji ANF'ê re derbarê aloziya Sûriyê de axivî. Melîcî destnîşan kir ku, çareseriya aloziya Sûriyeyê bi esas girtina daxwaza tevahî gelên Sûriyeyê wê pêk were û got ku alternatîfa çareseriya hevpar li ser esasên diyaloga ligel Rêveberiya Xweser pêkan e.
‘NE LIHEVKIRINA HÊZÊN DIJBER Û HIKÛMETÊ HIŞT KU ALOZÎ GIRANTIR BIBE’
Melîcî diyar kir ku, çareseriya aloziya Sûriyeyê wê bi rêyeke siyasî ku hemû daxwazên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve pêk werin û got, “Her wiha divê dewletên derveyî Sûriyeyê mudexeleya Sûriyeyê nekin û hemû hêzên ji derve hatine ji Sûriyeyê derkevin. Çareseriya ku ji aliyê neteweyên yekbûyî û komkarên Ereban ve bê diyarkirin, divê li gorî biryara encumana ewlehî yê girêdayî NY’ê be. Di 18’ê Kanûna 2015’an de civîn pêk hatibû û biryara encumana ewlehiyê ya bi hejmar 2254 hatibû girtin. Di vê encumanê de ji bo çareserî û wekheviya siyasî pêk were, tê gotin divê agirbest bê ragihandin. Her wiha tê de behsa li hev civandina Hikûmet û opzisyonê bi hev re dike û ji bo hilbijartineke azad di bin kontrola yekîtiyên yekbûyî de bên kirin derfet bên avakirin. Her wiha li gorî zagonên navneteweyî ji bo penaber bi ewlehî vegerin û texrîbatên ku pêk hatine bên çareserkirin xebat bên meşandin. Ji ber pêkhateyên civakê û hikûmet li hev nakin, ev hiştiye ku aloziya Sûriyeyê dirêj bike û mezin bibe.”
JI BER MUDAXELEYÊN ŞAŞ RÊ LI BER DAGIRKERIYA TIRK HATE VEKIRIN
Melîcî da zanîn ku, hikûmeta Sûriyeyê di civînên xwe yê li Qahîrê, Riyad û Emanê de diyar kiribû ku çareseriya aloziya Sûriyeyê wê li ser van esasan pêk bê û wiha dewam kir, “Ji bo hilbijartin di nava şert û mercên adîl de pêk bên û destûrên nû werin sazkirin, divê hemû hêzên siyasî li hev bicivin û biryar bidin. Ji dervî komên çete divê bi hêzên muxalîf re ji bo berdana girtiyan lihevkirinek çêbibe. Ev jî bi siyaseteke gav bi gav ji aliyê komkarên Ereb ve bi danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re di çarçoveya çareserkirina krîzê de pêk tê.”
Melîcî derbarê vegera Sûriyeyê nava Komkara Dewletên Ereban de jî ev tişt gotin, “Ev pêngaveke girîng e. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê gelek hêz dest avêtin, lê ji ber altarnatîfek siyasî û civakî nekarîn rast danin, bû sedem ku li Sûriyeyê bi salan şer dirêj bike û xwîn birije. Her wiha mudexeleyên ku di Sûriyê de hatine kirin de bû sedem ku ji Tirkiyê re rê vebike û dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyê berfireh bike. Bi hezaran welatî ji ber êrîşên dagirkeriyê bandor bûn û neçar man ji cih û warên xwe derên.”
Nivîskarê Misrî Îlhamî El Melîcî têkildarê rêyên çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser eşkere kiriye ev tişt anî ziman, “Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê Rêveberiya Xweser alternatîf bi raya giştî re parve kir. Rêveberiya Xweser vegera Sûriyeyê di nava komkara Ereban de erênî dît û helwesta xwe diyar kir. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew dixwazin çareseriya aloziya Sûriyeyê bi rêyek aştî û demokratîk pêk were.”