‘Zû yan dereng em ê TV 10 vekin’
Xebatkarên TV 10 ya hat girtin, carek din daketin Qada Galatasarayê û bi pankarta “Dengê Elewiyan nayê qutkirin” daxuyanî dan û gotin “Zû an dereng em wê qanala xwe vekin û dest bi weşanî bikin”
Xebatkarên TV 10 ya hat girtin, carek din daketin Qada Galatasarayê û bi pankarta “Dengê Elewiyan nayê qutkirin” daxuyanî dan û gotin “Zû an dereng em wê qanala xwe vekin û dest bi weşanî bikin”
Xebatkarên TV 10 a hat girtin, di hefteya 9’emîn de bi pankarta “Dengê Elewiyan nayê girtin” daketin Qada Galatasarayê û daxuyanî dan. Xebatkarên TV 10, Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit, nûnerên saziyên elewiyan û gelek rojnamegerên din li ber Amadeyiya Galatasarayê kom bûn. Komê di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Dengê elewiyan nayê qutkirin” berz kirin. Hevserokê Giştî yê DAD’ê Dûrsûn Demirtaş, anî ziman ku ew wê her dem li dijî Yezidan alîgirê Huseyîn bin.
Xebatktarê çapemeniyê Umît Orsem jî anî ziman ku pêkanînên li dijî TV10 nayê qebûlkirin û wê her dem li gel TV10 bin.
‘ZÛ YA DERENG EM Ê VEKIN’
Hevberdevka KCD Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku TV 10 dengê heqîqetê ye û dixwazin dengê heqîqetê qût bikin û wiha got: “Ji xwe li ser vê axê tişta herî baş dizanin qûtkirina dengê heqîqeê ye, bi fêl û derewan van xakan dagir bikin. Ji ber ku nexwestin hemû kiryarên qirêj û şerê li dijî mirovatiyê kirin derkevin, TV 10 girtin. Em Elewî baweriya xwe ji TV 10 dişopandin.” Koçyîgît diyar kir ku zû yan dererng wê TV 10’ê vekin û wiha pê de çû: “Em radestî polîtîkayên asîmlasyonê nabin. Em ê vê rêyê mezin bikin.”
Çalakî bi beytên Elewiyan ve bi dawî bû.