Zozanî: Pêwîstiya Kobanê bi destekê heye, bi tezkereyê tune ye
Zozanî: Pêwîstiya Kobanê bi destekê heye, bi tezkereyê tune ye
Zozanî: Pêwîstiya Kobanê bi destekê heye, bi tezkereyê tune ye
Parlementerê Colemêrgê yê HDP'ê Adil Zozanî di rûniştina ji bo biryara tezkereya derveyê sînor a ku ji aliyê hukumeta AKP'ê ve hate rojeva meclîsê, de axivî û diyar kir ku hukûmeta AKP'ê bêyi tezkereyê jî dikarî alîkariya gelê Kobanê bike. Zozanî got: "We bi biryara tezkereyê ya sala 2012ê çi kir? We çeteyên DAIŞ'ê weke mucahîd bi nav kir. Wan çeteyan serê zarokan jê ve kir. Hûn mudaxeleyê çeteyên DAIŞ'ê yên di nava sînorê xwe de nakin. Ger hûn dê li dijî DAIŞ'ê têbikoşin tu kesek destê we girênedaye."
Tezkereya şer a hukümeta AKP'ê ya 1 salî, ya ji aliyê hukûmeta AKP'ê ve hate pêşniyarkirin, bi pêşnûmeya lêkolînê ya HDP'ê hate nîqaşkirin. Di pêşnûnemya lêkolînê de, bal kişandin ser hemû bûyerên dijwar, kuştin, cinayet, kuştinên kiryarnediyar, windahiyên aborî, binpêkirinên mafê mirovan ên ku di çarçoveya pirsgirêka Kurd de pêk hatin cih girtin.
TEZKEREYA WE HEBÛ LÊ WE ÇI KIR?
Parlementerê HPD'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, li ser navê koma meclîsê ya HPD'ê axivî û bir xist ku berê jî biryara tezkereyê hatibû girtin, lê hukûmeta AKP'ê li dijî DAIŞ'ê tu tiştek nekir. Zozanî got: "We sala par jî tezkereya Sûriyeyê derxist. Tezkereya we hebû, lê we çi kir?
'DI TIR'ÊN WE YÊN ÇÛN GUNDÊ DI BIN KONTROLA DAIŞ'Ê DE ÇI HEBÛN?'
Zozanî bi bîr xist ku beriya niha TIR'ên Tirkiyeyê çûbûn gundek di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de û bar li wê derê danîbûn. Zozanî got: "Me ji we pirsî we çima bersiv neda? Gelo ew barê beriya 10 rojan li gundê li ser sînor ê di bin kontrola DAIŞ'ê de çi bûn? Hûn çima bersiva vê yekê nadin. Hûn dê bi tezkereyê vê yekê berdewam bikin? Li wê derê komkujiyek heye. Mirov nîva rojê tên qetilkirin. Hûn gelê sivîl ê Kobanê ku li dijî wehşeta çeteyên DAIŞ'ê, têdikoşe û çeteyên DAIŞ'a dijminê mirovahiyê weke hev dibînin." Zozanî diyar kir ku pêwîstiya Kobanê ne bi tezkereyê, bi alîkariyê heye.
Zozanî bi bîr xist ku gelê Kurd li Rojava nirxên xwe diparêze û got ku we li Tirkiyeyê mudaxeleyê endamên DAIŞ'ê yên li hundirê sînoran nekir. Zozanî diyar kir ku hêzên çekdar ên tevgera siyasî ya Kurd ji Efrîn heta Kerkûkê, li dijî wehşeta DAIŞ'ê şer dikin û hemû gelên Êzidî, Sûryanî, Tirkmen û Ereban diparêzin.
HÛN ÇIMA LI HUNDIRÊ SÎNORAN MUDAXELE NAKIN?
Zozanî da zanîn ku dema Davûtoglu Wezîrê Derve bû, em pêre axivîn û me ew hişyar kiribû û got: "Me jêre gotibû ku çeteyên li Sûriyeyê dê Tirkiyeyê bikin hedef. Lê ew her tim li gorî tişta rast dibînin, tevdigerin. Li Zanîngeha Îstanbulê xwepêşandan li dar dixin û êrîşê xwendekaran dikin. Lê hûn tiştek nakin. Hûn çima yên li nava sînoran şer nakin. Alîgirên DAIŞ'ê li Fatîhê nimêja cenaze kirin. Em hemûyan bi çavêx we dît. Televîzyonan weşand. DAIŞ di nava me de ye. Hûn çima mudaxele nakin, kê destê we girêdaye?"
CHP: EM LI DIJÎ DAIŞ'Ê TU MUDAXELEYEK NABÎNIN
Cîgirê Serokê Koma CHP'ê Mehmet Akîf Hamzaçebî, li dijî biryara tezkereyê axivî û bi bîr xist ku her kes li dijî terora DAIŞ'ê ne rehet e. Hamzaçebî diyar kir ku divê DAIŞ were tunekirin û got ku divê Tirkiye di nava têkoşînê de cih bigire. Parlementerê CHP'ê da zanîn ku Tirkiye li dijî rejîma DAIŞ, li gel mudaxeleye çekdar a Sûriyeyê cih girtiye û got: "Tirkiye desteka leşkerî û cebilxaneyê daye DAIŞ'ê. Kampên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê hene û destek berdewam dike."
Hamzacebî diyar kir ku Davutoglu û Erdogan li pey fikrên emperyal a Îslamê ye û ragihand ku ew tu têkoşîneke li dijî DAIŞ'ê nabînin.
Piştî axaftinê, di encama dengdanê de pêşnûmeya tezkereyê hate qebûlkirin. Rûniştin berdewam dike.