Zîlar Stêrk: Ger pirsgirêk gerdûnî be divê çareserî jî li wir bê lêgerîn
Zîlar Stêrk: Ger pirsgirêk gerdûnî be divê çareserî jî li wir bê lêgerîn
Zîlar Stêrk: Ger pirsgirêk gerdûnî be divê çareserî jî li wir bê lêgerîn
Endama Koordînasyoan PAJK’ê Zîlar Stêrk diyar ku hedefa wan ev e ku jinê di nava neteweya demokratîk de bicih bikin û got: “KJK pergaleke rêxistinê ya konfederal a ku hêza jinê ji hemû hucreyên civakê derdixe ye.
Koma Jinên Bilind (KJB) di demên buhrî de navê xwe wek Komelên Jinên Kurdistan-KJK guhert. Endama Koordînasyoan PJAK’ê Zîlar Stêrk hedef û planên nû nirxand.
Çima we guherînek wisa hewce dît?
KJB ku mîrateya wê ya 40 salî heye dikare wek pêngava yekemîn bê dest girtin. Ev 9 sal bû di bin sîwaneya KJB’ê de xebat dihatin meşandin. Di bin vê sîwanê de ji sala 2005’an heta niha bername û planên berfireh ketin jiyanê. Di vî alî de jinê di dîroka xwe de rola xwe lîst.
Di 722emîn komxebata xwe de pratîkên xwe nirxand. Me pirsên weke em pergala KJB’ê hatin kîjan astê, kîjan pirsgirêk derketin pêş? Bersivand. Bi pergala KJB’ê pêngavên bi hêz hatin avêtin lê divê me bibirana pêş. Ji bo bersiva van pirsan KJK hat avakirin.Em KJK’ê wek pergaleke ku jin xwe di pergala konfederal de bi rêxistin bike digirin dest.
KJB di kîjan mijaran de kêm ma?
KJB gelek rêxistinên jinan digirt nav xwe. Wek koalîasyona rêxistina jinan bû. Di nava rêxistinê de rêxistin bû. Di nava rêxistinê de xebat dimeşand, ew koordîne dikir. Van êdî dema xwe tijî kiribûn. Wan rêxistinan êdî xwe temam kiribû, pêvajoya xwe temam kiribûn. Êdî hewcedarî bi pergaleke civakîbûnê hebû. Ancax di vê pergalê de pergaleke konfederal divê hebûya.
KJB’ê ev hedef dikir. Heta astekê çû. Lê hedefa ku dabû pêş divê pêk bianiya. Di vê çarçoveyê de divê jin di civakê de di polîtîkaya buhrî de bibûna xwedî gotin. Divê mekanîznameya rêxistinê hebe ku di nava civakê de bikare bixwe biryara xwe bide û ji pirsgirêkên her qadên jiyanê re çareseriyê bibîne.
Em bi pergala KJK’ê hewl didin ku civakeke nû biafirînin. Divê jin tenê mahkûmî malê û malbatê nebe. Divê tu kes li ser navê wan biryarê negire û ew di jiyana xwe de biryarê bigirin.
Aborî, hiqûq. Dema hûn van tînin ziman hûn di pergala KJK’ê de wê ev çawa bên îfadekirin?
Armancake din a vê pergalê ev e ku di qada polîtîk de ji jinê re zemîneke polîtîk bê avakirin. Dema qada polîtîk tê gotin, di nava siyasetê de, di parlamentoyê de cih girtin tê fêmkirin. Em di esas de dixwazin jinê ji hêmasiya siyaseta bilind rizgar bikin. Em dixwazin ku jin di siyaseta demokratîk de cih bigirin. Di mekanîzmaya polîtîk û exlaqî de siyasetê bimeşînin. Demokrasî û polîtîka bi hev ve girêdayî ye. Em dixwazin qedera xwe bi xwe tayîn bikin.
Aborî, perwerde û hiqûq di bin yekdestdariya mêran de ye. Divê jin di van qadan de cih bigirin û aîdî xwe bibînin. Divê rêveberiyên xwe ava bikin, xwe bi xwe rê ve bibin. Heta roja îro fikra jin ji aliyê bav, bira ve tê bi rê ve birin hebû. Ji ber vê KJK’ê peyamek nû derxist. Formulasyona ku jin wê xwe çawa zêdetir bi rêxistin bike hate kirin.
Têkiliya KJK’ê wê bi tevgerên jinan ên din re çawa be?
Heta îro bi rêxistinên cuda yên jinan re piştevanî û tifaqên cuda mijara gotinê bû. Em niha di pêvajoyeke wisa de ne ku, têkoşîna azadiya jinê her cure derfet bi dest xistine. Divê em vê baş binirxînin.
Jinên Kurd li tevayî Rojhilata Navîn aktora herî girîng in. Bi taybet jî li qadên parastinê. Potansiyela sedsalan veşarî ma derxist holê. Teoriyên der barê jinan de yên digotin nikare bike, hatin têkbirin. Jin destê xwe biavêje çi, dike û ev jî êdî ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Ji qada perwerdeyê bigire heta parastinê her karî bi xwe dike. Çavên her kesî li ser me ye.
Li Rojhilata Navîn hinek rêxistinên jinan dixwazin xwe bi xwe rê ve bibin û parastina xwe bikin. Dixwazin li dijî DAIŞ’ê parastina xwe bikin. Cesaretê ji jinên Kurd digirin, dixwazin fêdeyê ji wan bigirin.
Divê em jin bibin yek, divê em jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re pirsgirêkan nîqaş bikin, nirxandinan bikin û çareseriyê bibînin. KJK pergaleke wisa ye ku hem di asta herêmî û hem jî ji cîhanê jinan tîne gel hev.
Di heman demê de di alî hiqûqê de jî KJK ji jinan re vekiriye. Endamtiya her jinê ji bo KJK’ê vekiriye. Di mijara azadiya jinê de ji bo têkoşînê dikarin serî li vê pergalê bixin.
Her tevger dikarin bi rengê xwe tevlî KJK’ê bibin?
Bêguman. Lê hinek pêvan û rêgezên ku di peymana der barê pergala wan de hatiye diyarkirin hene. Ji bo azadiya xwe divê bixebite, ne faşîst be, zîhniyeta serdest red bike, demokrat û sosyalîst be û parêzvana mafê jinan be. Her kesî xwedî van pîvan û rêgezan dikarin tevlî vê pergalê bibin. Hem şexsiyet û hem jî rêxistin dikarin serî li vê bidin.