Zeytîn Satici piştî ragirtina kêfî ya 6 mehan hate berdan
Zeytîn Satici ku berdana wê bi rengekî kêfî 6 mehan hate rawestandin, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji girtîgehê derket.
Zeytîn Satici ku berdana wê bi rengekî kêfî 6 mehan hate rawestandin, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji girtîgehê derket.
Zeytîn Satici (42) li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Kandira ya Kocaeliyê dihat ragirtin û piştî 7 salan tehliye bû. Satici, di sala 2017’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” li Mêrdînê hate girtin. Satici înfaza xwe temam kiribû lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wê 6 mehan taloq kiribû. Satici, di saetên serê sibehê de ji girtîgehê derket û ji hêla malbata xwe, hevalên xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.
Satici, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û ev tişt anî ziman: “Li gel keyfxweşiyê, her wiha dilxemgînim jî. Ji ber ku min li pey xwe hevalên xwe hişt. Niha gelek hevalên min di girtîgehê de ne. Dema ew tên bîra min dilê min xemgîn dibe. Şert û mercên girtîgehê gelek nebaş in û pêvajoyên giran hene. Erê rast e ez ji hêla fîzîkî ve azad bûm lê azadî tenê ji hêla fîzîkî ve nîne. Hevalên min, ez bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ oxir kirim.”