Zeynep Odûncû: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re wê bandorê li ser azadkirina gelan bike

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû anî ziman ku hevdîtina ku bi Îmraliyê re bê kirin wê bandorê li ser misogerkirina azadiya hemû gelan bike.

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû êrîşên desthilata AKP-MHP’ê û li Êlihê girtina 9 kesên ku 3 jê dayikên Kurd bûn nirxand.

 Zeynep Odûncû diyar kir ku polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê yên li dijî Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê didomin û wiha got: “Yek ji armanca herî mezin a van polîtîkayan êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan e. Mixabin hişmendiya ku di ferqa bidestxistina statûya Kurdan de ye, qebûl nake ku ev yek li ser bingeheke rewa pêk were û ji ber vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî destkeftiyên Kurdan şer îlan kiriye. Barzanî bûye hevkarê polîtîkayên tinekirinê yên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser Kurdan dimeşîne û ev yek ji bilî xiyaneta li gelê Kurd wêdetir ne tiştekî din e. Mixabin helwest û feraseta dewletê li ser înkar-îmhakirin û asîmîlasyona Kurdan hatiye avakirin. Mixabin ev feraset ji bilî şer, mirin û rijandina rondikên çavan ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê tiştekî din bi xwe re neanî.

‘RAKIRINA TECRÎDÊ WÊ GELAN JÎ AZAD BIKE’

Parlamenter Zeynep Odûncû anî ziman ku ku gelê Kurd bi dehan sal in li hemberî vê ferasetê têdikoşe û got: “Bidawîbûna feraseta rijandina xwîn, rondik, asîmîlasyon, red û înkarê re avakirina jiyaneke ku hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re bijîn pêkan e. Ji bo vê jî divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, muzakere bên destpêkirin, polîtîkayên şer bên bidawîkirin. Hevdîtina li Îmraliyê û bandora hevdîtinê wê azadiya hemû gelan misoger bike. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê bi vê bandorê dizane, hewl dide bi girankirina şert û mercên tecrîdê rê li ber çareseriyê digire.”

Zeynep Odûncû bilêv kir ku bandora tecrîdê li ser xweza, çand, huner û zimanê Kurdistanê bi eşkereyî dibînin. Odûncû, wiha bi dawî kir: “Nêzîkatiya mejiyê dewleta Tirkiyeyê li hemberî Kurdan, bi taybetî jî li hemberî dayikên Kurd, ji dîrokê de didome. Her tim ji wijdana dayikan, ji rehmeta dayikan, ji aştiya dayikan û ji têkoşîna dayikan ditirsin. Ji ber vê yekê jî her tim êrîşî dayikên me yên Kurd kirin. Di serdegirtina gundên li Êlihê de di nava wan de dayik jî hebûn gelek kes binçav kirin. Dayikên me yên hatin binçavkirin pêşî serbest berdan, lê mixabin du dayikên me yên nexweşiyên wan ên kronîk ne û temenê wan di ser 60’î re ne, li ser îtiraza dozgeriyê hatin girtin. Di destê wan de kîsikên dermanan wan şandin girtîgehê. Ev yek polîtîkayên neçareseriyê û dijminatiya li Kurdan a AKP-MHP'ê radixe ber çavan.”