Zextên rejîma Îranê li ser girtiyên siyasî didome
Zextên rejîma Îranê li ser girtiyên siyasî didome
Zextên rejîma Îranê li ser girtiyên siyasî didome
Zext û bêmafiya li himberî girtiyan ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve didome, divê çarçoveyê de li dijî zextên karbidestên rejîma Îranê girtiyê siyasiyê Kurd Elî Muradî dest bi gireva birçîbûnê kir.
Li gorî raporta Komeleya Piştgiriya li Girtiyê Siyasî û Medenî, girtiyê siyasî yê Kurd Elî Muradî duh li Girtîgeha Bendrebas ji ber rewşa nebaş ya girtîgehê, rewşa tenduristî û ji Girtigeha Bendrebasê şandina Girtîgeha Mînabê dest bi gireva birçîbûnê kiriye.
Elî Muradî di 9’ê Çileyê sala 2003’an de li gundê Kanî dînarê yê girêdayî bajarê Merîwana Rojhilatê Kudistanê ji ber hinceta ku peywendiya wî li gel partiyên Kurd heye û dijîtiya xwedê dike hatibû desteserkirin û Dadgeha Înqlabiya bajarê Merîwanê 30 sal cezayê girtîgehê lê birî bû.
Hat ragihandin ku, girtiyê siyasê yê Kurd Muradî çend caran ji aliyê berpirsê girtîgehê yê bi navê Ebas Mersilpûrî ve gefên kuştinê lê kiriye û niha jî ji bo daxwaza mafan dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Ta niha li girtîgehên Îranê bi dehan girtiyê siyasî yên Kurd hatine bi darvekirin û winda kirin. Herî dawî 3 girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navê Hebîbullah, Îsmail û Şergo li aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin.