Zextên li girtîgehan bûn rapor
Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Îzmîrê ya ÎHD’ê zext û binpêkirinên van 2 mehên dawî yên li girtîgehên Herêma Egeyê kire rapor.
Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Îzmîrê ya ÎHD’ê zext û binpêkirinên van 2 mehên dawî yên li girtîgehên Herêma Egeyê kire rapor.
Serokê Şûbeya ÎHD’ê ya Îzmîrê Mehmet Alî Aydin li Girtîgeha Tîpa F ya nimro 1 û 2 a Bûca Kiriklarê, Şakran ya bi nimroya 1-3 û 4, Şakran Girtîgeha Jinê, girtîgeha Menemen a tîpên T û R, Girtîgeha Tîpa M a ya Odemîşê û Girtîgeha Tîpa T ya Denizliyê hevdîtinên parêzeran ên bi girtîgehan re û li gorî encamên nameyên ku ji bo wan hatine şandin, diyar kir ku gelek binpêkirin hatine tespîtkirin.
Binpêkirinên li Bûcayê yên ku di hevdîtinên bi parêzeran re diyar bûne wiha ne:
*Li koxûşan bi kêfî lêgerînê dikin, têkberên wan li nav hev dixin, rêveberiya girtîgehê dest li ser pirtûka, rojname û defeteran datîne,
*Helwesta personelên girtîgehê li dijî girtiyan pir hişk e, tîşortên ku nivîs li ser wan hene ji girtiyan têne standin û yên ku nadin jî derbê dixwin,
*Gelek girtî û hikûmxwarî di tecrîdê de têne hiştin, televizyonê, dalabê û pêdiviyên hewce nayên dabînkirin.
*Nameyan dereng didin girtî û hikûmxwariyan, nahêlin ku girtî û hikimxwarî di nav girtîgehê de ji hev re binivîsin, mafê telefonê tê astengkirin, dema ku hine dî derdikevin telefonê têne astengkirin, maê axaftina bi telefonê ji heftiyekê hildana 2 hefiyan,
*Hevdîtina vekirî 2 mehan carekê tê kirin, mafê hevdîtinê yên bi 3 kesan re ji ber Rewşa Awarte tê astengkirin û nahêlin ku wêne werin girtin,
*Girtiyên sirgûnkirî an jî yên nû li rex hicreyên girtiyên ‘FETO’ û DAIŞ’ê têne girtin.
*Li gel ku serlêdana li dadgeriya înfazê ji hêla dadgeriyan ve têne qebûlkirin jî îdare bi kêfî li dijî hiqûqê tevdigerin,
*Rêveberiya îdareyê girêva birçîbûnê ya 3 rojan dike hincet û 3 meh cezayê hevdîtinê, ragihanê û bikaranîna qada hevpar dide girtiyan,
*Ên ku têne girtîgehê îdare sehkirina tazî li girtiyan ferz dike, zorê li wan dikin ku biçin koxuşên ‘serbixwe’ û koxûşên ‘serbixwe’ weke koxuşê HDP’ê bin şanî wan didin, her wiha ji bo ku biçin koxuşên serbixwe zextê li malbatan jî dikin.
*Mecûr dihêlin ku li ser piyan hijmara xwe bibêjin, dema ku girtî vê qebûl nakin jî li wan dixin,
*Di dema hevdîtina parêzeran de qerdiyan jî hene, cezayê giran ên disîplînê didin, cezayê hicreyê tim didin û dema mayina li hicreyên ji ya ku di yasayê de hatiye diyarkirin gellekî zêdetir e,
*Nahêlin ku girtiyên nexweş biçin nexweşxanê, di dema sewkê de tehde û êşkence li wan dikin, cot kelepçeyê li wan dixin û wiha dibin.
Aydin diyar kir parêzvanên mafê mirovan di her şert û mercan de jiyaneke layiqî rûmeta mirov diparêzin û got, ‘’Ji ber ku di van şert û mercan de jiyaneke bi rengê însanî ji bo ku ne pêkan e em dixwazin demildest şertên girtîgehan werin başkirin."