Zextên li Girtîgeha Bafrayê zêdebûn

Zextên li Girtîgeha Bafrayê zêdebûn

Li Girtîgeha Bafrayê bi pêkanînên nehiqûqî û keyfî zexta li ser girtiyan hate zêdekirin.

Li girtîgehan pirsgirêk û pêkanînên keyfî ên nehiqûqî kêm nabin û her ku diçin zêde dibin. Pêkanînên keyfî û dijhiqûqî, her wiha zextên li girtîgeha Bafrayê radixin berçavan.

Li gorî agahiyên ku ji Nûnertiya TUHAD-FED ya Enqereyê hatine girtin, pirsgirêkên 3 girtiyên nû anîne Girtîgeha Bafrayê wiha ne:

-Mafê suhbetê nayê dayîn.

-Heftiyê 45 deqîqe mafê Sporê.

-Destûr nadin girtiyên cezayê girankirî ê mubetê lêbirîne ji tu mafan sûdê werbigirin.

-Di dema veguhestina de li ser ferz dikin ku tazî lêgerînê bikin.

-Kolî yan nameyên ji girtiyan re tên pir direng didin wan.