BI DÎMEN

Zextên li çapemeniya azad û mûxalîf li Stûttgartê hatin şermezarkirin

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, êrîşên li dijî çapemeniya azad û mûxalîf bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, girtina bi dehan qenalên televîzyonê û radyoyê ku di nav de TV 10, Gun TV, Jiyan TV, Zarok TV jî hene, bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin.

Çalakgeran bal kişandin ser zext û zordariya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Îlonê tên kirin û diyar kirin, zextên heyî ji pêvajoya 12'ê Îlonê girantir bûne.