Zextê sirgunê li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Sîncarê dikin
Hikûmeta AKP’ê, ji bo girtiyên ku di hewldana darbeyê de hatin bi girtin bi cih bikin, girtiyên siyasî yên ku di Girtîgeha Tîpa T a Sîncarê de ne sirgun kirin.
Hikûmeta AKP’ê, ji bo girtiyên ku di hewldana darbeyê de hatin bi girtin bi cih bikin, girtiyên siyasî yên ku di Girtîgeha Tîpa T a Sîncarê de ne sirgun kirin.
Hikûmeta AKP’ê piştî hewldana darbeyê û îlankirina Rewşa Awarte û şûn de karê yekem hevdîtina parêzeran a bi muwekîlên wan re qedexe kir, hat dîtin ku ji bo kesên ku girêdana wan a bi Fethûllah Gulen re ne hatine girtin bi cih bikin, 22’ê Tîrmeha 2016’an girtîheha no 1 û no 2 a Sîncarê ku girtiyên siyasî lê ne hatiye valekirin. Yek ji kesên ku agahî dayî malbatên xwe Sarp Kûray (72) ê ku weke rêveberê quwuşa 68’an ku sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê kiriye jî heye.
DI NAVA KESÊN KU HATÎ SIRGUNKIRIN DE SARP KÛRAY JÎ HEYE
Di şerê desthiladariyê yê di navbera AKP’ê û Cemaetê de hedef dîsa bûn girtiyên şoreşger . Hikûmeta AKP’ê piştî hewldana darbeyê û îlankirina Rewşa Awarte û şûn de karê yekem ku kirî hevdîtina parêzeran a bi mûwekîlên wan re qedexe kir, niha ji bo ku cih ji girtiyên cemaetê re veke girtîgeha no 1 û no 2 a Tîpa F aSîncarê ku piranî girtiyên siyasî lê ne, hatiye valekirin. Bê ku agahî bidin malbatên girtiyan roja Înê bi lez û bez girtiyên siyasî sirgunî Girtîgeha Edirne ya Tîpa F hatin kirin. Di nav girtiyên ku hatin sirgun kirin de Sarp Kûray ê rêveberiya quwuşa 68’an ji heye. Kûray ê ku beriya 22 salan bi îdîaya serokê rêxistina 16’ê Hezîranê wek endamê yek endamê rêxistinê hate girtin û niha agahî jê nayê girtin.