Zexta lixwekirina kincê ji yek rengî ya li ser girtiyan bû qanûn
Di biryarnameya nû ya AKP/MHP'ê de, lixwekirina kincê ji yek tîpî ku li ser girtiyan tê ferzkirin, bû qanûn.
Di biryarnameya nû ya AKP/MHP'ê de, lixwekirina kincê ji yek tîpî ku li ser girtiyan tê ferzkirin, bû qanûn.
Faşîzma AKP/MHP'ê di çarçoveya pêkanînên Rewşa Awarte de bi hejmara 695 û 696 du biryarnameyên nû yên di hukmê qanûnî de derxist.
Li gorî van biryarnameyan ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin, 2 hezar û 76 kesên din ji saziyên cemaweriyê hatin derxistin. Tevî hişyariyên parêzvanên mafên mirovan û girtiyan jî, 'lixwekirina kincê ji yek tîpî' ya li girtiyan tê ferzkirin, bû qanûn.
Li gorî biryarnameyê wê mirovên bi îdîaya "sûcên li dijî rêveçûna sîstemê û destûra bingehîn" hatine girtin û bûne hikumxwar, bi kincê ji yek tîp û rengî wê tevlî rûniştina dadgehê werin kirin.